Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin

  • rojane
  • 09:19 12 Hezîran 2018
  • |
img

HATAY - Namzetê HDP'ê yê Hatayê Mîthat Mîroglû, diyar kir ku HDP partiya hemû bindest û kedkaran e û got: "Ji bo Hatay careke din bibe bajarê aramî û aştiyê em ê bitêkoşin." 

Namzetê HDP'ê yê Hatayê Mîthat Mîroglû, li navçeya Antakyayê hatiye dinê û ji dema xwe ya lîseyê ve bi awayekî çalak di nav siyasetê de ye. Mîroglû, piştî darbeya 12'ê Îlonê derbasî Lubnanê dibe û tevî hevjîna xwe û zaroka xwe ya 10 mehî li kampên Bêrûdê dimîne. Di sala 1982'yan de dema Îsraîl êrîşî lubnanê dike ew jî li dijî Îsraîlê şer dike û paşê vedigere Tirkiyeyê. Dema vedigere Tirkiyeyê tevî hevjîna xwe tê girtin û 6 salan di girtîgehê de dimînin. Mîroglû, di sala 199'an de li bajaroka Yeşîlpinar a Hatayê dibe şaredar û herî dawî jî hevserokatiya HDP'ê ya navçeya Defneyê kir. 
 
‘MIN TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ TIM DEWAM KIR' 
 
Mîroglû, diyar kir ku nîfşên 78'an de li dijî rêxistinbûyîna sivîl a faşîst a di dema "Eniya Netewperest" de wan jî berxwedana şoreşgeriyî birêxistin kiriye û got: "Li Antakyayê jî hewl dan komkujiyên mezhebî yên elewî-sunî bikin. Me û gelê xwe bi hev re bajarê xwe parast û tevî hemû provakasyonan jî me nehişt pevçûneke mezhebî ya wekî komujiya Mereş, Çorûm û Sêwazê rû bide. Paşê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê pêk hat. Me digot em ber bi şoreşê ve diçin, lê 'şoreşeke dijber' pêk hat. Ji nişkave bêdengiya mirinê li civakê peyda bû. Lê me têkoşîna xwe ya şoreşgerî domand." 
 
Mîroglû, ji bo HDP'ê diyar kir ku ew partiya hemû kedkar û gelên bindest e û got: "Li hemberî şer û mirinê, çanda aştî û jiyanê pêk tîne. Civaka me jî vê projeya jiyanê diparêze." Mîroglû, diyar kir ku ew ji bo vê yekê di HDP'ê de bûye namzet. Mîroglû, anî ziman ku pirsgirêka sereke ya Hatayê şerê li Sûriyeyê ye û bandoreke neyînî li bajêr dike. Mîroglû, bilêv kir ku dema em bên hilbijartin ji bo dawî li şer bê ew ê li meclîsê bitêkoşin û got: "Em ê ji bo aştî û biratiyê bitêkoşin. Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin." 
 
MA / Ergin Çaglar – Hamdullah Kesen