'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'

  • rojane
  • 10:00 10 Hezîran 2018
  • |
img
 
RIHA - Muftiyê Amedê yê berê û Namzetê HDP'ê yê Rihayê Nîmettullah Erdogmuş, bal kişand ser aqûbeta Serokomar Erdogan ku wekî "Hevîya dawî ya Omettê" tê pênasekirin û got: "Me tevan aqûba cemaeta Fethullah Gulen dît. Aqûbeta hat serê wan dê bê serê we jî." 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê ku niha Namzetê HDP'ê yê Rihayê ye û berê Muftiyê Amedê bû, der barê rewşa Serokomar Erdogan û zextên wî yên li ser cemaetê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirwandin kir. Erdogmuş, anî ziman ku hin derdor Erdogan wekî "Heviyadawî ya Ometê" pênase dikin û wiha got: 
 
'ÎKTÎDAR JI BO EMRÊ XWE DIRÊJ BIKE SERÎ LI RÊBAZÊN CUDA DIDE'
 
Erdogmuş, destnîşan kir ku tarîkat, cemaat û cemiyet ji bo xizmetê ji civakê re bikin hatine avakirin û wiha got: "Ger ku ev sazî rêxistinên hatine avakirin di xizmeta civakê de bin û li gorî rol û rista xwe tev bigerin dê aştiya civakî her dem pêş bikeve. Dê her dem di milê erênî de pirsgirêk çareser bibe. Lê ger ku ev sazî li gorî îktîdarê rola xwe bilîzin, wê demê dê perçekirin pêş bikeve. Dê civakê bikin kole û civak dê îteat bike. Gelek pêxember hatin û pirtûkên pîroz hatin nivîsandin. Di hemûyan de heman tişt tê gotin ku xizmeta aştiya civakê bikin. Îktîdar dixwaze van saziyan têxe destê xwe û emrê xwe dirêj bike. 
 
ÊDÎ KES DÊ JI WAN BAWER NEKE
 
Erdogmuş, da zanîn ku îro cemaat û tarikat di xizmeta îktîdarê de ne û wiha got: "Îktîdar niha xetimiye. krizê dijî. Ev daxuyaniyên tarikat, cemaat û saziyên din ne daxuyaniyên wan bi xwe ne. Ev ji aliyê îktîdar û hevkarên wan ve tên arastekirin. Wekî fikrê wan didi nîşandan. Bi vî rengî biçin dê baweriya civakê ya li hemberî xwe winda bikin. Cemaata Fethullah Gulen jî wekî minaka vê yekê ye. Vê cemaatê bi xizmeta perwerdehiyê di nava civakê de hat qebûlkirin. Kengî îktîdarê û dewletê dest avêtê bi deh hezaran kes bûn mexdûrê cemaetê û îktîdarê. Wisa biçe dê aqûbeta Erdogan wekî cemaeta Fethullah Gulen be. 
 
DÎYANET SÛC DIKE
 
Erdogmuş, bal kişand ser gotina Tayyip Erdogan a li Mîtînga Aemdê û wiha got: "Erdogan ji bo mîtîngê bi riya peyamê bang li meleyan kir û got "Nimêjê ji kesên din re berdin. 5 kesan bidin pişt xwe û tev li mîtîngê bibin. Miftiyê Yenişehirê (Şefket Dilmaç) bi riya SMS'ê peyam ji hemû meleyan re şand. Niha bi vê yekê li ser sûc hatiye girtin. Ji bo têkeve çavê yên jora xwe sûc kiriye. Serokatiya Karê Dîyanetê jî ji bo nêzîkatiya xwe ya îktîdarê bîne ziman heman tiştî dike. Li hemu mizgeftan zureya fetihê xwend. Sure ji cewherê xwe û armanca xwe dûr xist. Li gorî zagonên vî welatî ev yek sûc e. Civak de bersîva vê yekê bide."