Li Wanê dema berhevkirina gêzikan e

  • rojane
  • 09:19 9 Hezîran 2018
  • |
img

WAN - Gêzikên ku bi hezar salan ji bo paqijkirina serbanan, hewşan û axuran amûra paqijiyê ne, hêj li gelek gundan wekî amûra paqijiyê hebûna xwe diparêze. 

Li Wanê, ji meha Hezîranê ve dest bi berhevkirina gêzikan tê kirin. Gêzikên ku qama wan bi qasî metreyekê dirêj dibin û berhevkirina wan hêsan e, hîn jî li gelek gundan wekî melkes tên bikaranîn. Li gundên girêdayî navçeya Qeleqelî ya Wanê nemaze jî zarok gêzikan berhev dikin. 
 
Gêzikên ku zarok berhev dikin, jin bi awayekî wekhev koka wan bi meqesê jê dikin û paşê wan dikin deste. Piştî dikin deste du rojan di nav avê de tên hiştin. Gêzik bi piranî ji bo paqijkirina serbanan, axura û hewşan tên bikaranîn. 
 
Ji zarokên ku temenên wan di navbera 10-15 salan de ne gêzikan kom dikin Guven Yarar, anî ziman ku ew serê sibehê zû radibin û ji bo dayikên xwe gêzikan kom dikin. Yarar got: "Em van gêzikan dikin melkes û pê malê paqij dikin. Em her sal têra xwe kom dikin û dibin gund."