Hatîmogûllari: Em ê şerê mêran ê li Meclîsê biguherînin

  • jin
  • 09:19 8 Hezîran 2018
  • |
img

EDENE – Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku parlamenterên mêr tim di meclîsê de şer dikin û got: “Em jin ji bo vê yekê biguherînin tên.” 

Namzeta HDP’ê ya Edeneyê û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogûllari, di sala 1977’an de li Samandagiya Hatayê hatiye dine û heta lîseyê li Samandagiyê xwendiye. Hatîmogûllari di dema lîseyê de têkoşîna çepgiriyê û sosyalist nas kiriye. Li hemberî bişavtina li ser gelê ereb, ji bo zîndebûyîna çand û zimanê erebê têkoşiya. Bi vê mebestê di sala 1995’an de Atolyeya Hunerê ya Hevdem ava kirin û ew jî yek ji damezrîner wê ye. Her wiha Hatîmogûllari di Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê de jî rêvebertî kir û yek ji damzerînerê Akademiya Jina ya AMARGÎ’yê ye. 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bilî HDP’ê partiyên din têkoşîna jinê li navenda xwe bi cih nekiriye û got: “HDP partiyeke ciwan e. Lê belê HDP ji dema Mustafa Suphiyan bigire heta niha hemû avaniyên çepgir û sosyalist di xwe de dihebîne. Di heman demê de HDP partiyeke ku li Tirkiyeyê tevgera jinê bi pêş ve bir. Pergala hevserokatiyê ji aliyê partiya me ve hatiye pêşvexistin. Çimkî, nêviyê vê civakê em jin in. Di civakekê de dema jin ne azad be, ew civak ne azad û wekhev e. Loma em jin têkoşîna xwe çiqasî bi pêş ve bibin dê civak jî ewqasî azad bibe. Tekane partiya ku jin bi awayekî baş xwe tînin ziman HDP ye. Loma di HDP’ê de bûm namzet.” 
 
‘BARÊ HERÎ GIRAN LI SER MILÊ JINA YE’ 
 
Hatîmogûllari bal kişand ser hejmara parlementerên Meclîsê ku zêdetir mêr in û bi bîr xist ku parlementerên mêr tim şer dikin. Hatîmogûllari got: “Em jin ji bo vê yekê biguherînin tên.” Hatîmogûllari, bi lêv kir ku di warê berhevkirina dengan de barê zêde dikeve ser milê jinan û got: “Lê belê partiyên ku vê hêzê nabînin, tenê bi sûkî nêzî vê meseleye dibin. Em doza temsîliyeta wekheviyê dikin û em bi awayekî şênber vê yekê dikin. Divê jin di partiya xwe HDP’ê de cih bigirin.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM BE’
 
Hatîmogûllari, ku xwe wekî feminist, elewiya ereb dide naskirin, destnîşan kir ku ji ber vê nasnameyê ew li cem bindestan cih digirin. Hatîmogûllari, bilêv kir ku li herêmê şer heye û dema em têkevin meclîsê ew ê ji bo azadiya jinan û gelên bindest bitêkoşin. Hatîmogûllari, anî ziman ku ew ê bi riyên demokratîk pirsgirêka kurd çareser bikin û ji bo her kes bi nasnameya xwe bijî em ê hem li Meclîsê hem jî li derve bitêkoşin.