Bi roj rojname belav dike bi şev ji bo HDP'ê dixebite

  • rojane
  • 09:23 6 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL - Cihan Ozçelikoglu ku ji midûrtiya restoranê îstîfa kir, li  Kadikoyê serê sibê rojnameyan belav dike û êvaran jî bi manîna xwe ya haparlorên deng lê bar kiriye ji bo HDP’ê kar dike. 

Xebatên HDP'ê bi şev û roj berdewam dike. Her çend AKP-MHP îtîfaqa Cumhur û CHP, ÎYÎ, SP, DP'ê îtîfaqa millet ava kirin jî hemû nasname û baweriyên cuda li dora HDP'ê bûne xelek û li hemû tax û kolanan xebatên HDP'ê bi şev û roj berdewam dike. Her ku 24'ê Hezîranê nêzîk dibe, xebatên HDP'ê yên li tax û kolanan ziyaretên malan jî zêde dibin. Li aliyekî endam, rêveber û namzet xebatan dimeşînin, li aliyê din bi tevlêbûna hezaran dildar bi şev û roj xebaan dimeşînin. Yek ji dildarê HDP'ê jî Cîhan Ozçelikoglu ye. Ozçelîkoglu, yê nêzî 10 salan kuryetî kir, herî dawî midûrtiya restorandê kir. Ozçelikoglu, piştî dest ji karê restorandê berda, bi dildarî xebatên HDP'ê yê hilbijartinê dike. Yekem kesê ku li Kadikoyê standa hilbijartinê vekir e. 
 
Ozçelikoglu her roj saet di 06.00'an de dest bi rojê dike. Serê sibê rojnameya Yenî Yaşam  belav dike û êvaran jî bi maşîna xwe ku haporlor pêve grêdayî xebatên hilbijartinê dimeşîne. Her roj li Îskeleya navçeya Kadikoyê stanta hilbijartinê ya HDP’ê vedike û li aliyê din jî rojnameyan difiroşe. Ozçelikoglu, em ewlehiya stantê dike, hem rojnameyan difiroşe û hem jî karê teknîk dike. Ozçelikoglu, bi roj rojnaeyan difiroşe û bi şev xebatên hilbijartinê çalak dimeşîne.b 
 
Ozçelikoglu, diyar kir ku piştî bi roj stand girt, rojnameyên xwe hildigire û rojnameyan belav dike. Bi şev jî bi motora xwe ku haporlor daniye ser banga hilbijartina 24'e Hezîranê dike. 
 
MA / Muhammet Doğru