Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere

  • rojane
  • 09:32 4 Hezîran 2018
  • |
img

MANÎSA - Emrullah Ozdemîr ê di Komkujiya 10’ê Cotmehê de birîndar bû û 3 salin dermankirina wî berdewam dike, diyar kir ku ew di aştiyê de bi israrin û got: “Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê bi guhere. Ez banga piştevaniya ji bo HDP’ê dikim.” 

Li Enqerê, DAIŞ’ê li dijî mîtînga aştiyê ya di 10’ê Cotmaha 2015’an de hat lidarxistin, êrîşa xwe kujî pêk anî. Di êrîşê de 102 hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji kesên birîndar bûn, dermankirina 30 kesan berdewam dike. Yek ji van birîndaran Emrullah Ozdemîr ê 21 saliye. Ozdemîr li Taxa Cumhuriyeta navçeya Yunus Emre ya Manîsayê dijî. Piyê rastê yê Ozdemîr bi awayekê platîn di geçê deye û hêdî hêdî dikare bi axive. Ji ber ku bijîşkên Enqerê xemsar nêzî dermankirina Ozdemîr bûn û ligel ku gotin “Ne pêkane rizgar bibe” 22 emeliyat derbas kirin û her ku diçe piyê wî baş dibe 
 
DIXWAZE AŞTÎ PÊK WERE 
 
Ozdemîr, diyar kir ku berî êrîşê ew karkerê înşaetê bû. Malbata Ozdemîr li malê li wî mêze dike û dem bi dem tedawiya psîkoterapî dibîne. Ozdemîr ê roja êrîşê ji bîr nake, dixwaze demildest aştî pêk were. Heya niha tu saziyên dewletê piştgirî nedana Ozdemîr û tenê saziya SES’ê di aliyê tenduristiyê de ji bo Ozdemîr bûye alîkar. 
 
‘EM HÎNA JÎ AŞTIYÊ DIXWAZIN’
 
 
Ozdemîr, anî ziman ku AKP ji bo hirsa bibe desthilatdar, êrîş ji aliyê dewletê ve hat organîzekirin û wiha got: “Em hîna jî di aştiyê de bi israrin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi hizûr, aştî û demokrasiyê heye. Hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo vê yekê fersendek mezine. AKP bi bombeyan nekarî bi ser bixwe, hewl dide bi girtinan bi ser bixe. Ji ber vê Demîrtaş bernade. Lê di vir de jî xwe dixapînin.” 
 
‘QEDERA TIRKIYEYÊ DÊ HDP BI GUHERE’
 
Ozdemîr, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di OHAL’ê de biryara hilbijartinê girtin, tê wateya êrîş û zextan bi domînin. Piştî 7’ê Hezîranê tenê li Manîsayê bi seekan kes hatin girtin û darizandin. Hemû êrîş li dijî daxwazên aştiyê pêk hatin. Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê bi guhere. Ger AKP bi ser bikeve aştî dê li welat pêk neyê. Ji bo aştî pêk were divê HDP di Meclîsê de cih bigire. Ji bo hizûr, keyfxweşî, aştî, edalet û demokrasî pêş bike dengên me ji bo HDP’ê ye.”