'Dixwazim li Meclîsê bibim dengê jinan’

  • rojane
  • 10:09 3 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE - Namzeta parlamenteriya HDP’ê ya Enqerê parêzer Ceren Şîmşek ku bi salan di dadgehan de jin û zarok parastin, diyar kir kir encex bi piştevaniyê jin azad bibin û got: “Ez dixwazim li Meclîsê bibim dengên jinan.”
 
Namzeta parlameteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a herêma 1’emîna a Enqerê parêzer Ceren Şimşek bi salan di dadgehan de mafê jin û zarokan parast û dixwaze têkoşîna vê yekê di Meclîsê de jî  berdewam bike. 
 
Şimşek, diyar kir ku pratîka darêzê “Ezê hîn zêdetir çawan karibim cezayek kêm bigirim” nîşanî zilam da û wiha axivî: “Mînak di dosyeyek min de, jinekê ku nexweş bizewice û hat kuştin hebû. Ev jin 16 caran hatibû kêrkirin û kuştin. Di vir de zilam wisan parastina xwe kiribû ‘Gotin ji zilamtiya min re gotin. Nexwest bi min re jiyana dostane bijî.’ Sûcdar van parastinan ji pratîka darazê fêr dibin. Ji ber ku daraz cezayê zilamên wisan parastinê dikin dadixe û wan mafdar nîşan didin. Ev mîna girêka kure.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ TUNDÎ ZÊDETIR KIR’
 
Şimşek, anî ziman ku di bingeha êrîşên li dijî jin û zarokan de, desthilatdarî û medyay navendî hene. Şimşek, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji ber ku desthilatdar jina diyar kirî ferzî civakê dike. Jina diyar kirî jî, ew jine ku naçe kar, di saetên diyar de derdikeve derve, li derve divê ne kene, şort li xwe neke û hwd. Gava em li van hemûyan mêze dikin, divê em li ser çareseriyê jî nîqaş bikin. Ne pêkane ku di rojekê de hemû tişt bên guhertin. Em  jin dê van hemûyan di Meclîsê de çareser bikin. Ji ber van sedeman min di HDP’ê de namzetiya xwe dan. Dixwazim di Meclîsê de têkoşîna  mafê jin û zarokan bi rêve bibim. Bi şev li kolan em nikarin bi tena serê xwe bigerin. Gava em cilan li xwe dikin pir difikirin. Ji bo ev travma bi dawî bibe ezê têkoşîna xwe di Meclîsê de jî berdewam bikim.” 
 
‘BI JINAN RE DIXWAZIM BIBIM DENGEK MEZIN’
 
Şimşek, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Weke namzeteke parlamenteriyê naxwazim soz bidim jinan. Ez dixwazim bibi sozên hemû jinan. Ez dixwazim van sozan bi hemû jinan re binim cih. Di Meclîsê de dixwazim bibim dengê jinan. Ev dê bi piştevaniyê pêş bikeve. Encex bi piştevaniyê jin azad bibin. Dixwazim bibim genkê jinan ê Meclîsê û bi jinan re vê yekê bikim.”