Parêzvanê mafên mirovan Aker: Ji bo bi awayekî hevpar pirsgirêk bên çareserkirin em dibên HDP

  • rojane
  • 09:18 3 Hezîran 2018
  • |
img
ÎZMÎR – Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Mehmet Aker ku bi nasnametya xwe ya parêzvaniya mafê mirovan tê naskirin, anî ziman ku ji ber ew wekî parêzvanên mafên mirovan pirgirêkên di vî warî de bi awayekî hevpar çareser bikin, di HDP'ê de cih girtiye. 
 
Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Mehmet Aker, di sala 1966'an de li Sêwrega Rihayê hat dinê. Aker mezûnê lîseyê, teknîsyenê mekanîkê û karkerê înşeatê te û di heman demê de parêzvanê mafê mirovan e jî. Aker, ji dema Partiya Kedê ya Gel (HEP) ve bi awayekî çalak di nav siyasetê de cih digire û ji sala 2008'yî ve jî di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bi awayekş aktîf cih digire. AKer, hîn jî endamê MYK'ê yê ÎHD'ê ye. Aker di heman demê de di damezirandina Komeleya Sêwregiyan, Yekîtiya Komeleyên Rojhilat Başûrê Rojhilat û Komeleya Kedkarên Înşeatê de cih girtiye û niha di nav HDP'ê de bi awayekî çalak siyasetê dike. 
 
Aker, anî ziman ku ew dixwaze di bin banê HDP'ê de bi awayekî hevpar pirsgirêkên parêzvanên mafên mirovan çareser bikin. Aker, destnîşan kir ku HDP azadî û mafên mirovan diparêze û di bin banê xwe de elewî, kurd, tirk, çepgir, oldar û LGBTÎ jî di nav de gelek derdoran dihebîne. Aker, bilêv kir ku tespîtên ku HDP der barê pirsgirêkên Tirkiyeyê de dike û tespîtên ku parêzvanên mafên mirovan dikin wekî hev in. Aker got: "Ji ber ku difikirim dê van tiştan çareser bike, dibêjim HDP. A rastî HDP partiya kesên doza edlat û mafan, doza aştiyê û demokrasiyê dikin bi xwe ye. Loma em di HDP'ê de ne û destekê didin HDP'ê. Tespîtên HDP'ê yên aştiyane û demokratîk ên di warê çareserkirina prisgirêka kurd e, ji aliyê me ve jî tên qebûlkirin. Loma di HDP'ê de siyasetê dikim." 
 
Aker, anî ziman ku divê pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi riya diyalog û muzakereyê bên çareserkirin û got: "Gel, tiştê ku hêvî dikir di partiyên din de nedît. Ji bo pirsgirêkên xwe çareserî nedîtin. HDP'ê hem di tuzuka xwe de, hem jî di bernameya xwe de daxuyand ku ew ê tevî gel bikaribin pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Ev yek di nazara gel de jî tê dîtin. Li qadan gel tevî HDP'ê dixebite û bawer dike ku dê bi ser bikeve. Herkes dizane ku dê HDP di 24'ê Hezîranê de bendavê derbas bike û têkeve parlementoyê. Ev yek ji hêla raya giştî jî tê zanîn. Bertekên ku em li qadê dibînin jî, diyar dikin ku dê ev atmosfera erênî di sindoqan de xwe bide der." 

Sernavên din

13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir