Namzeta ji kar hat avêtin: Akademiyek nû mimkûn e

  • rojane
  • 10:45 2 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE - Namzeta Parlamenteriya HDP’ê Akademîsyên Nuray Turkmen a ji Zanîngeha Enqerê hat îxraçkirin, diyar kir ku divê îdîaya wan a akademiyek nû ava bikin hebe û got: “Divê em di Meclîsê de vê îdîaya xwe berdewam bikin.”
 
Namzeta Parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma 2’yemîn a Enqerê Akademîsyên Nuray Turkmen, di 7’ê Sibata 2016’an de ji ber ku danazîna “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmze kir, bi KHK’ê ji Zanîngeha Enqerê hat avêtin. Turkmen dûrê di akademiyên piştevaniyê de dest bi xebatan dike û pirtûka “Eylemden Ogrenmek” a behsa Berxwedana Tekelê dike heye. Turkmen, diyar kir ku ew herî zêde beşdarî xebatên jin û kedê bûye. Turkmen, derbarê sedama beşdarbûna xwe ya siyasetê de jî wiha vegot: “Civaka me pir teng bûye û di rewşek tengav de dijî. Zext û êrîş pir zêdene. Desthilatdarek faşîzan li hemberî me heye. Min fikirî ku li dijî vê yekê gelo dikarim çibikim. Ez jin, sosyalîsm, kedkaram û min aştî îmze kir. Bi van hemû nasnameyan min xwest di HDP’ê de bibim namzet. Ji xwe profîlîa  HDP’ê jî van hemû nasnameyan di hewîne nava xwe.”
 
‘EM DIKARIN HEMÛ BENDAVAN DERBAS BIKIN’
 
Turkmen, anî ziman ku hilbijartina 24’ê Hezîranê, ew deme ku HDP karibe hemû projeyên xwe li Tirkiyeyê bixe pratîkê û wiha bilêv kir: “Em mûxalîf dikarin vî dengî bilind bikin. Hebûna HDP’ê ji bo hemû mûxalîfa fersendek  mezine. Divê em HDP’ê hîn zêde bi hêztir bikin. Di vê hilbijartinê de ne tenê bendava siyasî, em dikarin hemû bendavên li dijî civakê derbas bikin.
 
‘JIN LI QADAN PÊŞENGTIYÊ DIKIN’
 
Turkmen, da zanîn ku di xebatên hilbijartinê yên Enqerê de jin roja pêşengtiyê dilîzîn û wiha got: “HDP partiya jinan e. Piraniya hevalên min ên li qadan dixebitin jin in û herî zêde hevalên min ên jin bi hêvîne. Ji ber ku di desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de herî zêde jin hatin perçiqandin. Mafên wan ji destên wan hatin girtin û hemû qadên wan ên azadiyê hatin girtin. Jin li dijî 16 salên hatin perçiqandin, bi bawerî û hedefên mezin dixwazin azadiyê pêş bixin. Jin êdî naxwazin di malê de bixebitin. Em têkoşîna xwe berdewam dikin.”
 
‘ME PÊVAJOYEK HEQÎQET HAT ÎXRAÇ KIRIN JIYA’
 
Turkmen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di serdema desthilatdariya AKP’ê de, Tirkiye ji rexneyên akademîk, zanist, perwerdeya azad kirinê dûr ket. Em nikarin têkoşîna akademiyê, ji têkoşîna demokrakrasî, aştî, azadî û wekheviyê cuda bigirin dest. Encex bi vê têkoşînê re, em dikarin têkoşîna zanîngeha akademîk berdewam bikin. Divê îdîaya me ya em akademiyek din ava bikin hebe. Pêwîste em vê îdîaya xwe di meclîsê  de jî berdewam bikin. Ji dervê yê vê tu akademiyek din ne pêkane.” 
 
‘EM BI HÊZIN EMÊ QEZENC BIKIN’
 
Turkmen, destnîşan kir ku xebatên wan ên li qadan berdewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çarçoveya xebatên hilbijartinê em li bazar, semt, mal û dikandaran digerin. Hêviyên mezin hene. Divê em bêhêviyên heyî jî veguherînin hêviyê. Civaka me pir bêhêvî hatiye hiştin. Divê em pir bixebitin ku hêviyên gel bi hêz bikin. Tu desthilatdar ne bê dawiye. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP’ê jî ne bê dawiye.  Em bi hêzin û em ê qezenc bikin.”
 
MA / Dîren Yurtsever