Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin

  • rojane
  • 10:40 2 Hezîran 2018
  • |
img
QERS – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan der barê îşkenceya li Şemzînanê ya li şivanan hat kirin axivî û got: “Ferasetek ku ji gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu wêrekiyê digire vê îşkenceyê dikin. Em di ferqa vê de ne. Em ê bûyerê bişopînin.” 
 
Li mezraya Binaharê ya girêdayî gundê Nêrduşê ya bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve komek leşkerên derketin operasyonê îşkence li şivan Nasir Taş û Ramazan Aktaş kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku ew ê bûyerê heta dawî bişopînin. 
 
'WÊREKIYÊ JI SOYLU DISTÎNIN’ 
 
Buldan destnîşan kir ku wêneyê îşkenceya li her du şivanan hatiye kirin dîtiye û gelek xemgîn bûye û wiha got: “Divê teqez berpirsên vî karî derxin holê. Yên vê îşkenceyê kirin divê hesab bidin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu her roj bi gotinan rewşê malûm dike. Ferasetek ku wêrekiyê ji wan gotinan digire li ser kar e. Em di ferqa vê yekê de ne. Lazim e yên vê îşkenceyê kirin e, derkevin pêşberî darazê û hesab bidin. Em Wezîrê Karê Hundir, Wezîrê Dadê, Waliyê Colemêrgê û Qeymeqamê Şemzînanê vedixwînin ku bikev pey vê bûyera îşkenceyê. Divê tişta pêwîst bikin. Hovîtî û îşkenceya li ser du însanan ferasetek ne li gorî wîjdana mirovan e û cihê vê hovîtiyê di nav mirovatiyê de nîne.”
 
‘DIXWAZIN GELÊ COLEMÊRGÊ CEZA BIKIN’ 
 
Buldan da zanîn ku bi salan e li ser gelê Colemêrgê zextên giran hene û ev tişt got: “Hemû cûre lîstik, li Colemêrgê tên lîstin. Bi taybetî hikumet û dewlet li ser Colemêrgê lîstikên mezin dilîzin. Dixwazin gelê Colemêrgê ceza bikin. A rast em bi moralê gelê xwe îro li ser piya ne. Gelê Colemêrgê tu demê ji rêgezên xwe tawîz nedaye. Hemû êrîş ji ber vê yekê ne. Bi van îşkenceyan û êrîşan dixwazin gel bitirsînin. Lê gel bi tu awayî tawîzê nade tirsa wan. Em ê hemû bi hev re li dijî polîtîkaya qûtifindin û tundiyê derkevin. Em ê tirsê têk bibin. Carek din ji gelê Şemzînanê re derbasbûy be. Ez hêvîdarim yên vê îşkenceyê kirin e dê demildest derbixin pêşberî darazê. Em ê wek HDP’ê vê bûyerê bişopînin û dev jê bernadin.” 
 
 

Sernavên din

09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin