Qileban: Ji ber lêçûnên şer û OHAL’ê aborî xerab dibe

img

ŞIRNEX - Dikandarên Qilebatê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza wan a firotinê ketiye û gotin: “Pareyên divê ji bo aboriyê razînin, ji bo şer xerç dikin. Mirov ditirsin pareyan xerç bikin.”

Dikandarên navçeya Qilebana Şirnexê, ji ber şer, OHAL’ê û bilindbûna Dolar û Euroyan rojên zor û zehmet derbas dikin. Li navçeyê berê aborî pir zindî bû, kirîn û firotin zêde bû. Lê ji ber krîza aborî dikandarên navçeyê neçar mane ku dikandarê xwe bigirin û nikarin deynên xwe dibin. Dikandaran bal kişand ser rewşa xerab a dijîn û gotin: “Pareyên divê ji bo aboriyê bên razandin, ji bo şer xerç dikin. Ji ber vê her ku diçe rewş xerabtir dibe.”
 
'EM NIKARIN EŞYAYÊN XWE BIFIROŞIN’
 
Cundî Urek ê 21 salin li navçeyê dikandariyê dike, diyar kir ku rewşa wan tu serdemê wisan xerab nebûye û wiha axivî: “Ji ber bilindbûna dowîzan em nikarin kar bikin. Eşyayên me ji biharê de kirîn, em nikarin bifiroşin. Bûhayê wan zêde dibe û ji ber vê kes nakire. Rewşa dikandarên navçeyê qet ne başe û xerabtir dibe. Hin dikandar dibin deynan da man û neçar man ku deriyê dikanên xwe bigirin.”
 
‘PARE JI BO ŞER XERÇ DIKIN’
 
Urek bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha got: “Pareyên divê ji bo aboriyê razînin, ji bo şer xerç dikin. Welat bi xizantiyê re rû bi rû ye. Ger hizûr çêbe, dê aborî jî baş bibe. Heya ku şer û pevçûn hebîn dê rewşa aboriyê xerabtir bibe. Ji ber rewş xeraba kes kar nake. Me hîna hilberînên sala çûyî nefirotine.”
 
JI BER ŞER MIROV PARE XERÇ NAKIN
 
Bahar Urek a 3 salin gel bavê xwe dixebite jî, anî ziman ku ji ser şerê heyî mirov pareyên xwe xerç nakin û wiha axivî: “Me pêlava berê bi 25-30 TL’an difirot. Lê niha me bi vê fiyetê pelavan digirin. Ji ber ku her tişt bûha bûye, kes nikare bikire. Cardin tirsa ‘emê çi bikin’ heye. Ji xwe OHAL û şer yek car bandorê li ser karê me kir. Her tişt ji sedî sed bûha bûne.” 
 
MA / Sonya Bayik
 

Sernavên din

15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan