Ribês li ser dezgehan e û dermanê nexweşînan e

  • rojane
  • 09:20 24 Nîsan 2018
  • |
img
AMED – Ribês ên tam û fêdeyên xwe, di nava kurdan de xwedî cihekî taybet e li ser dezgehan cihê xwe girtin. 
 
Kurd, li herêmên cuda navê wan ribês ango rêvas û gelek navên din lê kirin. Ribês li bajarên cuda jî balê dikişînin û rastî eleqeyek mezin tên. Ribêsan li Amedê li ser dezgehan cihê xwe girt. Tehma wan tehmek tirş û miz e. Li semta Ofîsa Amedê kîlo bi 20-25 lîreya tê firotin. Welatî eleqeyek baş nîşanî ribêsan dide. Bi taybetî ribês li ser erdnîgariya Botan û Serhedê şîn dibe. Li çiyayên bilind çêdibin. Gelek hişk e û hin kes jê re dibêjin çêre û hin kes jî jê re dibêjin fêkî ye. Di der barê tehma wê de her kes xwedî yek fikrekî ye.
 
‘JI BER HIŞKESALIYÊ KÊM BÛN’ 
 
Umut Koçbay destnîşan kir ku her sal bi malbatî li benda hatina ribêsan e û ji ber îsal barîna berfê kêm bûye ribês jî hindik çêbûne. Koçbay got ku ribêsên li ser dezgehên wî ji Bedlîsê hatine û li gel bihayê wan zêde ye jî zû tên firotin. 
 
RIBÊS DERMAN E
 
Li gorî lêkolînan sûd jê girtina ribêsan wiha ye: “Ji bo mîdeyê baş e û rehet dike. Li dijî penceşêr û losemiyê jî xwedî bi bandor e. Li dijî lihevketina mîdeyê jî baş e. Madê mirov vedike û şekir birêkûpêk dike. Li dijî tansiyon bi bandor e. Westandina mirovan jê ji wan dibe û xewê birêkûpêk dike. Nebatek ku kolestrolê dadixîne ye. Di dermanan de jî tê bikaranîn. Li dijî astim û nefes teng bûnê jî tê xwarin.” 
 
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin