Pir û rê li wan qedexe kirin, vegeriyan gund

  • rojane
  • 09:19 24 Nîsan 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Li gundê Seyîda ya Çelê sala par leşkeran pirên daliqandî hemû li bêrîvanan qedexe kiribû û îsal jî şiverêyên diçin zozanan bi hinceta “ewlehiyê li bêrîvanan qedexe kirin. Ji ber rêgirtinê gundî neçar man vegerin gundê xwe. 

Ji navend Colemêrgê bigire heta navçeya Çelê hemû pirên daliqanî yên li ser Çemê Zapê ji Hezîrana par ve leşkeran bi hinceta “ewlehiyê” bikaranîna piran qedexe kiribû. Pişt re hemû pir hatibûn hilweşandin. Gundiyan li gorî derfetên xwe pir çêkiribûn û diçûn û dihatin. Leşkeran van piran jî li gundiyan û bêrîvanan qedexe kir. 
 
‘EWIL PIR Û PIŞT RE RÊ RÊ QEDEXE KIRIN’ 
 
Pira li gundê Seyîda yê Colemêrgê bêrîvan ji bo biçin pezê xwe bidoşin van piran bikar dianîn. Di meha îlona par de leşkeran bi hinceta “terorîst vê riyê bi kar tînin” hilweşand. Ji bo bêrîvanî şerpeze nemînin, li gorî derfetên xwe pirek çêkiribûn û diçûn û dihatin. Ji ber talûkeyê pirê bikar neanîn û ji aliyê rayedaran ve çareserî ji wan re nehat dîtin bikar neanîn. Vê carê gundiyan rabû şiverê jixwe re çêkirin. Ev şiverê jî bi heman hincetê hatin qedexekirin. Leşkeran bi hinceta “Dibe ku PKK’î bikar bînin” qedexe kir. Gundiyan herî dawî çare di vegera gund de dît û vegeriyan gundê xwe. 
 
 ‘EM DEBARA XWE BI SEWALKARIYÊ DIKIN’ 
 
Ji bêrîvaniyan Pîroz Çîftçî diyar kir ku ji ber rê li wan hatine qedexekirin gelek tengezariya dikişînin û got: “Cihek din ku em ê biçin nîne. Em neçarin wê herêmê bikar bînin. Jixwe sala par pira me xera kirin û ev salek e em zoriyan dikişînin. Niha em sê saetan dimeşin û digîhîjin gundê xwe yê berê. Xwedê qebûl neke. Divê rê û pira me bê çêkirin. Ji bo ku em dikaribin sewalên xwe xwedî bikin. Em li vir debara xwe bi sewalkariyê dikin. Heke sewal tune bin em jî tiştek em pê debara xwe bikin nîne.” 
 
'EM ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN’ 
 
Ji bêrîvaniyan Azîze Demîr jî ji bo pezê xwe bidoşin cihê ku diçin gelek dûr e û xwest qedexeyên li ser riyên wan bên rakirin. Demîr got ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin û bi taybetî ji ber rê dirêj bûye jin gelek zehmetiyan dikişînin. 
 
MA / Nîmet Olmez
 

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê