Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe

  • rojane
  • 09:20 21 Nîsan 2018
  • |
img
COLEMÊRG -  Di ser gotina “Dê qedexekirina zozanan bi dawî bibe” a Serokomar Erdogan re 4 meh derbas bûn. Şêniyên Çelê yên du salin nikarin têkevin taxên xwe bertek nîşanî qedexeyan dan û gotin: “Bila demildest qedexeya li ser xaka me rabe.” 
 
Serokomarê AKP’î Recep Tayyip Erdogan di 23’yê Kanûna 2017’an de gotibû “Dê qedexekirina zozanan bi dawî bibe.” Lê belê di ser vê gotinê re 4 meh derbas bûn, hîn jî tu tişt neguheriye. Li gel vê gelek taxên navçeya Çelê ya Colemêrgê di weziyeta “Herêma Ewlehiya Taybet” de ne. Gelek deverên gundên Bê, Bêlat, Seresêvê û Serkûşka yên di salên 90’Î de hatin valakirin û dû re gundî dîsa vegeriyan, niha dîsa hatine qedexekirin. Şêniyên Çelê yên nikarin têkevin taxên xwe û biçin zozanan bertek nîşanî qedexeyan dan. 
 
5 TAXÊN NAVÇEYÊ QEDEXE NE 
 
Piştî qeyûm tayînî şaredariya navçeyê hat kirin û Rewşa Awarte cara 7’an hat dirêjkirin, hema bêje navçe veguheriye girtîgeheke nîvvekirî. Ji lewre welatî ji ber TOMA û wesayîtên zirxî yên polîsan nikarin xweşikî li kuçe û kolanan tev bigerin. Şêniyê Taxa Tekevlerê Abûbekir Kanat, diyar kir ku nêzî salekê ye 5 taxên navçeyê qedexekirî ne û got: “Dev ji qedexekirina zozanan berdin, êdî em nikarin biçin taxên xwe jî.” Kanat, diyar kir ku ev taxên qedexekirî di salên 90’î de jî qedexekirî bûn û got: “Erdên Bêlat, Serêsêvê û Bê bi qasî Çelê ne. Gelek erdên mezin û qadên çandiniyê yên van herêman hene. Jixwe di sala 1996’an de ev der hatin valakirin. Mirov di şert û mercên zehmet de careke din çûn û erdên xwe çandin. Lê saleke kes ji me nikare biçe. Dema kesek bixwaze biçe gundê xwe, qereqol demildest ew hişyar dike û vedigerîne.” 
 
‘EM Ê PEZÊN XWE LI KUDERÊ BIÇÊRÎNIN’ 
 
Kanat, soza Erdogan a ji bo dawîlêanîna qedexeya li ser zozanan bi bîr xist û got: “Gotin dê dawî li qedexeya li ser zozanan bê. Me dev ji zozanan berda, hela pêşî qedexeya li ser navçeya me rakin. Binêrin taxên li jora sûkê ji mirovan re hatin qedexekirin. Ev der xaka me ye, dema kes tune bû kurdan ev der diparast. Helbet em dixwazin demildest dawî li qedexeya li ser xaka me bê. Dizanim ji navçeya me gelek kesan ji bo projeya 300 pezî ya Wezareta Çandiniyê serî lê daye. Lê dê bike ji 300 pezî? Dê li kuderê biçêrîne? Li navçeyeke ku mirov nikaribin biçin navçeyên xwe, dê heywanan bibin kuderê?” 
 
Şêniyê Bêlatê ku niha qedexe ye û ji ber qedexeyê niha li Taxa Hasîmkaya rûdinê Nadîr Yilmaz, diyar kir ku di meha herî xweş a biharê de ew nikarin pincarê jî kom bikin û got: “Çûyîna ser girê li hemberî mala min jî qedexe ye. Di vê biharê de em bê bêhn hiştin. Ne bax, ne baxçe ne jî erd man. Tu rê li ber me nehiştine. Dema em li gund bûn pêdiviya me bi tu tiştî tune bû. Lê niha li vir tu tiştekî me jî tune ye. Em dixwazin biçin gundê xwe, ev qedexe em perîşan kirin. Em dizanin ev kar bi rakirina qedexyan tenê çareser nabe. Ji ber vê divê aştî û aramî çêbibe.” 
 
‘EM ÇÛN GUNDÊ XWE CEZA LI ME BIRÎN’ 
 
Adalet Yilmaz jî diyar kir ku sala çûyîn ji bo berhevkirina gûzan ew çûne gundê xwe Bêlatê, lê belê ji ber ku ew çûne gund 250 lîre ceza li wan hat birîn. Yilmaz got: “Me li gundê xwe firingî, xiyar, kuncî, nîsk, birinc, petat, fêkî diçandin. Lê niha heywanên me jî birçî dimînin. Her derê dere me hatiye dorpêçkirin. Em biçin kuderê em bi qedexekirina zozanan re rû bir û dimînin. Divê riya gundên me, erdên me bên vekirin.” 
 
MA / Nimet Olmez