Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin

  • rojane
  • 09:52 18 Nîsan 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Jinên gundê Seyîda ya bi ser Colemêrgê ve li gel sarincên wan hene jî xwarinên xwe di kûnsarkan de vedişêrin û ji germa havînê diparêz in. 

Civaka kurd li gundan bi jiyan û civaka xwezayî dijî. Welatî li gundan li çanda sed salan xwedî derdikevin û vê kevneşopiyê hêj dewam dikin. Li gundê Seyîda ya bi ser navenda Colemêrgê ve jinên gund bi hatina hewa germ re ji bo xwarinên xwe biparêz in di kûnsarkan an go şikeftên biçûk de vedişêrin. Bi sed salan e ev çand li herêma Colemêrgê heye û hêj didomînin. Bi taybetî jin xwedî li vê çandê derdikevin. 
 
Bi taybetî van kanûsarkan li qontarên çiyayan cihê ku tav nabîn û hînik tên kolandin. Bi keviran hundirê kûnsarkan bi keys dikin û ji bo xwarinên xwe muhafize bikin vedişêrin. 
 
Fatîme Tatşçi a 50 salî destnîşan kir ku ev rêbaza cemidandina xwezayî ji dayikên wan bo wan mîrate maye û bi salan e xwarinên xwe bi vî rêbazî diparêz in. 
 
‘JI XWESÛYA MIN MAYE’ 
 
Taşçi anî ziman ku her meha nîsanê kûnsarkên xwe paqij dikin û nûjen dikin û got: “Ji bo xwarinên me di germa havînê de xera nebin, em li kûnsarkan bicih dikin. Niha vê sarinca min a xwezayî ku ez bikar tînim, ji xwesûya min maye. Kunsark pir hênik in. Ji ber wê min hewcehiya guhertina kunsarkê nedît. Niha ez ê paqijiya wê bikim û dîwarên wê ji nû ve ava bikim. 20 roj şûn ve em ê penêr, rûnê nivişt, mast, pel û pincara em berhev dikin di vir de veşêrin. Ji ber li gund sewalên her kesî heye, hemû kes li vê derê kunsarkan çêdike.” 
 
‘LI ŞÛNA SARINCÊN TEKNOLOJÎ, KUNSARK’ 
 
Taşçi da zanîn ku ew ê xwarinên xwe heta payîzê di vê sarinca xwezayî de muhafize bikin û got: “Her çiqas li malê sarinca teknolojî hebe jî, lê kunsark ji bo me xwedî taymendî û girîngiyek cudatir in. Jinên beriya me hemûyan li şûna sarincên kirînê, kunsarkan bikar dianîn. Hewa sar û bêhnsa çiyê tamek cudatir dide xwarinên me.” 
 
MA / Nîmet Olmez