Karkerî an jî melatî li zarokên xizanan tê ferzkirin!

  • rojane
  • 09:46 18 Nîsan 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Di nava lîseyên ku dê bi ezmûna navendî ya MEB’ê xwendekaran bigirin de pêşanî ya lîseyên îmam xetîbê ne. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 2 ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç, ev rewş rexne kir û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên perwerdehiyê bi pêşniyarên cemaet û terîqatan şikil digirin.

Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) daxuyand ku hejmara lîseyên ku dê bi ezmûna navendî xwendekaran bigirin hezar û 369 in. Hejmara lîseyên Anadolûyê 2 hezar û 434 in, lê belê ji vana tenê 222 dibistan di lîsteyê de cih girtin. Di lîsteyê de ji hezar û 552 lîseyên îmam xetîbê jî 298 lîse cih girtin. Hat daxuyandin ku dê lîseyên Anadolûyê 35 hezar xwendekaran bigirin û yê lîseyên îmam xetîbê yên Anadolûyê jî 29 gezar xwendekarî bigirin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 2 ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç, ev rewş rexne kir û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên perwerdehiyê bi pêşniyarên cemaet û terîqatan şikil digirin.
  
‘BI PÊŞNIYARA CEMAETAN ŞIKIL DIGIRIN’
  
Kiliç, destnîşan kir ku pergala perwerdehiyê sibehê û êvarê tim diguhere. Kiliç, diyar kir ku polîtîkayên perwerdehiyê yên heyî bi pêşniyara cemaet û terîqatan şikil digirin. 
 
Kiliç anî ziman ku hikûmet bi taybetî li zarokên xizanan “ya bibe karker an jî bibe mele” ferz dike û got: “Hikûmet ji zarokên xizanan re dibêje ‘pereyên te hebin diçî kîjan zanîngehê an jî lîseyê biçe, lê pereyên te tune bin tu yê di pergala perwerdehiyê ya ku min diyar kiriye de bixwînî.’” Kiliç, bi lêv kir ku li vî welatî perwerdehî ya wesfdar an jî bêwesf e û got: “Hûn mecbûr in mirovan li gor zanebûn û qabîliyeta wan perwerde bikin û di perwerdehiyê de wekheviya firsendî peyda bikin.” 
 
Kiliç, destnîşan kir ku li hemû bajaran lîseyên îmam xetîbê di kategoriya “lîseyên wesfdar” de cih girtin. Kiliç, diyar kir ku bi lîsteyên hatine çêkirin re lîseyên îmam xetîbê û lîseyên teknîkê li xwendekaran ferz dikin. Kiliç diyar kir ku ew doza perwerdehiyeke zanistiyî, demokratîk, laîk û zimanê zikmakî dikin û ew ê wekî sendika, komeleyên weliyan îtirazî vê rewşê bikin.