Guldexwînan rengê xwe da xwezayê

  • rojane
  • 09:31 17 Nîsan 2018
  • |
img

WAN – Dema li Wanê demsal dibe bihar û hewa hinek germ dibe, guldexwîn jî rengîniya xwe didin xwezayê. Guldexwînên bi rengên sor û zer vedibin, rengekî taybet li hawîrdora xwe zêde dikin. 

Li Wanê piştî serma dijwar ku mehên demsala biharê dest pê dikin, dem dibe dema guldexwînan û bi rengên xwe xwezayê geş dikin. Guldexwîn bi rengên sor û zer gulan vedikin û ji çeşnê pîvazan e. Guldexwîn tenê ne li Wanê, her wiha li cihên bilind ên navçeya Sasona Êlihê, Dêrsim, Mûş, Şirnex û Colemêrgê jî vedibin. Guldexwîn wek ku tê zanîn cihên bilindahiya wan di navbera 1400 û 2500 mîtro de ye vedibin. Navê guldexwînan di kurdî de ji “gula xwîn digirî” de tê. 
 
AVA GULDEXWÎNAN WEK ŞÎFA TÊ VEXWARIN 
 
Li gundê Zevê yê bi ser navçeya Westana Wanê ya li hember Girava Axtamarayê wek her sal îsal jî vebûn û rengê xwe li xwezayê zêde kirin. Her sal gelek mirov tên gund û temaşeyî guldexwînan dikin. Mirov ji bo bîranînê li ber guldexwînan wêneyan dikişînin. Guldexwîn li goristana gund û derdora wê vedibin, li herêmê hem ji bo xweşikiyê û hem jî wek dermanê xwezayê tê bikaranîn. Kesên tên serdana guldexwînan karê wan ewil ew e ku ava şîrîn ji guldexwînan tê vedixwin. Şêniyên herêmê didin diyar kirin ku ava guldexwînan şîfayê dide tenduristiya mirovan. 
 
'GELEK KES TÊN TEMAŞEYA GULDEXWÎNAN’ 
 
Adem Îpek ê çû serdana guldexwînan diyar kir ku temenê guldexwînan 15-20 roj e û got: “Bi taybetî extiyar girîngî didin van kulîlkan. Di van rojan de gelek mirov tên serdana guldexwînan.” 
 
‘TOVÊN WAN JI CIZÎRÊ ANÎNE’ 
 
Ji şêniyên gund Abdulhekîm Gunyol ê 56 salî jî destnîşan kir ku ji kalikên wan yekî tovê guldexwînan ji aliyê Cizîrê aniye çandiye û wiha got: “Ji ber çandiniyê li vê herêmê şîn dibin. Ava guldexwînan wek şîfayê jî tê vexwarin. Her sal di meha nîsanê de vedibin. Lê mixabin guldexwîn li gorî salên berê hinek kêm bûne.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû