ATK’ê, polîsê 5 kesan pelçiqand û kuşt ‘bêqisûr’ dît

  • rojane
  • 10:15 16 Nîsan 2018
  • |
img

AMED – Saziya Tiba Edlî (ATK) ajokarê maşîneya zirxî N.Î. yê di 2017’an de li ser riya Licê li wesayîtek sivîl qeliband û 5 kesan kuşt, “bêqisûr” dît û ji bo ajokarê otomobîlê Fîkrî Demîrbaş ê jiyana xwe ji dest da jî rapora “biqisûr” amade kir. 

Li navçeya Licê ya Amedê maşîneya zarixî ya bi navê “Kobra” di 20’ê hezîrana 2017’an de li ser riya Amed-Çewligê li derdora gundê Fîsê ya Licê li otomobîla sivîla qelibandibû. Maşîneya zirxî otomobîlê perçiqandibû û di encamê de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş jiyana xwe ji dest dabûn. 5 polîsên tîmên taybet ên di maşîneya zirxî de jî bi sivîkî birîndar bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Licê di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de her çiqas polîsê ajokar N.Î. binçav kir jî, lê bi şertê kontrola edlî berdabû. 
 
DADGEHÊ, DELÎLÊN PARÊZERAN BERHEV KIRIBÛ QEBÛL KIR
 
Parêzerên mexdûran li dijî biryara lêpirsînê îtîraz kiribû. Parêzeran diyar kiribû ku maşîneya zirxî ji ser xeta xwe derketiye û li otomobîlê qelibiye. Parêzer çûn cihê bûyerê delîlên berhev kirin û dîmenên kişandin ji bo wek delîl bê qebûlkirin Li Dadgeha Hiqûqê Asliye ya Licê doza tespîtkirina delîl vekir. Dadgehê daxwaza parêzeran di cih de dît û biryar da ku ev belgeyên parêzeran wek delîl bê nîşandan. 
 
DI RAPORA CENDERMEYAN DE GUMANBAR ‘BIQISÛRÊ DUYEM’ HATIBÛ NÎŞANDAN 
 
Cendermeyan têkildarî bûyerê “girteka tespîta qezayê” amade kir, ajokarê obomobîlê Fîkrî Demîrbaş  “biqisûrê yekemîn” dît û ajokarê maşîneya zirxî polîs N.Î. jî ji ber xiza zêde “biqisûrê duyem” dîtibû. Parêzerên mexdûran diyar kiribûn ku girteka cendermeyan amade kiriye li dijî rastiyê û di çarçoveya beyanên polîsan de hatiye amadekirin û li dijî raporê îtîrazî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribûn. Dozgeriyê rapora cendermeyan a der barê qezayê de amade kiribû, şand Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas a Trafîka Enqereyê ya Saziya Tiba Edlî (ATK). 
 
ATK’Ê POLÎSÊ AJOKAR ‘BÊQISÛR’ DÎT
 
Heyeta ji 3 kesên pispor a ji Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas, profesorek û endezyarek pêk dihat, raporek ji du rûpelan pêk dihat amade kir. Heyetê îdia kir ku tevahiya dosyeyê lêkolîn kirine û ew jî tev li îdiayên di raporê de hatine amade kirin dibin. Heyeta ATK’ê ajokarê maşîneya zirxî N.Î. “bêqisûr” dît û ajokarê otomobîlê Fîkrî Demîrbaş jî “biqisûr” dît. 
 
PARÊZERAN ÎTÎRAZÎ RAPORA ATK’Ê KIRIN 
 
Parêzerên mexdûran îtîrazî rapora Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas a Trafîka Enqereyê ya Saziya Tiba Edlî kirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dan. Parêzeran nêrînên xwe li dosyeyê zêde kirin û xwest ku dosyeyê carek din bişînin Saziya Tiba Edlî. 
 
MA / Denîz Tekîn