Gelê Amedê li benda rakirina OHAL’ê ye

  • rojane
  • 10:02 13 Nîsan 2018
  • |
img
AMED – Gelê Amedê xwest ku Rewşa Awarte ya ku desthilatdariya AKP’ê cara 6’an dirêj kir demil dest bê rakirin. 
 
Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, desthilatdariya AKP’ê di 20’ê tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. Desthilatdariyê di 18’ê çileya 2018’an de cara 6’emîn OHAL’ê dirêj kir. Gel û rêxistinên girseya demokratîk li bendê bûn ku OHAL bê rakirin, lê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Wanê axivî û peyamên dirêjkirina OHAL’ê da. Erdogan gotibû ku eleqeya OHAL’a wan û OHAL’a berê bi hev re nîne. Me OHAL û dirêjkirina wê ji gelê Amedê pirsî. Şêniyên Amedê jî bersivên têkildarî OHAL'ê dan. 
 
'NEWROZ BERSIVA LI DIJÎ OHAL’Ê BÛ’ 
 
Hîkmet Îmam: “OHAL pêkanînek li dijî mirovahiyê ye. Yên ji heqîqetê ditirsin, OHAL’ê dixwazin. Ez di 1980’an de li Zîndana Amedê raketime. Wê demê jî OHAL hebû. Lê zilma hat kirin li gel kesî nema. OHAL zirarê dide civakê. Divê ev zext bi dawî bibe. Gel di Newrozê de bersiva OHAL’ê da.” 
 
'HEMIN WE RAKIRIBÛ ÇIMA WE DÎSA ANÎ?’ 
 
Abdurahman Yakin: “Newerên ku OHAL’ê rakin. AKP di dema xwe de OHAL’ê ne bi niyetek baş rakiribû. Ji wê bonê paş de anî. Hemin te rakir çi guherî ku te anî? Bahaneya cematê jî ji holê rabû. Niha mirovan mehkumî birçîbûnê kirin. Bi hezaran mirov ji kar avêtin. Mirovên bêsûc avêtin hepsan. Yên întîhar dikin hene. Mirov şerpeze bûne. Divê OHAL demil dest bê rakirin.” 
 
'OHAL VEGUHERÎ REJÎMEKÊ’ 
 
Zulkuf Hakan: “Ger OHAL rabûya dê aborî jî zindî bibûya. Niha OHAL veguheriye rejîmekê. Bi OHAL’ê mafên bingehîn hatin sînorkirin û binpêkirin. Welat bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de tê birêvebirin. Ewlehiya darizandinê ji holê radibe.” 
 
'EM NIKARIN ÇALAKIYÊN CIVAKÎ JÎ LI DAR BIXIN’ 
 
Denîz Dîlan Dagtekîn: “Ez xwendekara zanîngehê me. Em li zanîngehê dixwazin hin çalakiyan li dar bixin, lê bi astengiya OHAL’ê destûr nayê dayîn. Aktîvîteyên me civakî bi sedema OHAL’ê hatine astengkirin. Ji ber vê yekê divê bi lezgînî bê rakirin.” 
 
'JI BER OHAL HEYE MIROV NIKARE BEHSA AZADIYÊ BIKE’ 
 
Salîh Kizil: “OHAL pergala rêveberiyek neheqe. AKP, OHAL’ê ji bo desthilata xwe qewîn bike anî û dirêj dike.  Ji ber OHAL’ê mirov dikare behsa azadiyê bike? Niha dema canê wan dixwaze însanan binçav dike û digire. Ji sedema OHAL’ê bi milyonan însan birçî man. Ji bo vê yekê bila OHAL’ê rabikin û Tirkiye bikeve nav şaristaniya demokratîk.” 
 
'BI TIRSÊ BIRÊVE DIBIN’ 
 
Bayram Sakar: “Li gorî min OHAL ne pêwîste. OHAL nîşaneya mirov ji dewletê ditirsin e. Divê li şûna OHAL’ê tiştên cuda bên ceribandin. Mînak ji ber OHAL’ê polîsan gelek car li min neheqiyê kirin, lê min nikaribû tiştekî bikira. Qaşo ji bo 3 mehan anîn lê bû parçeyekî jiyanê. Dixwazin mirovan bi tirsê birêve bibin.” 
 
Murat Alacakoyun: “Em wek gel OHAL’ê tiştekî ne lazim dibînin, lê pêdiviya dewletê pê heye. AKP li ser zemînek şemitok siyasete dike. Tişta îro û sibê dibêje hev nagire. Jixwe ew bi xwe dibêjin nasnameyên xwe siyasî winda kirine. Niha di her kêliyê de em bi pêkanîna GBT’ê re rû bi rû dimînin.” 
 
‘EM DIXWAZIN DEMIL DEST RAKIN’ 
 
Ayşe Dadak: “OHAL gelek dirêj dewam kir. Li welatên din OHAL heye gelo? Niha ji ber OHAL’ê tayîna xwişka min a mamoste dernakeve.” 
 
Ebru Kalay: “Divê ji bo aramiya mirovan OHAL rabe. Însan xwe li ser diriyan hîs dikin.” 
 
Bekîr Can: “Ez wek mexdûrekî OHAL’ê dixwazin demil dest rabe. Li gorî Erdogan her tişt bi OHAL’ê di riya xwe de ye. Lê mirov întîxar dikin û dev ji hev berdidin. Malbat tên cezakirin. Divê vê yekê bibînin.” 
 
Selma Uygar: “Bêguman divê OHAL rabe. Niha tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de ne û ne hewceyî vê yekê ye. Divê zûtirîn rakin.” 
 
Burak Aydin: “OHAL bandorek neyînî li ser me dike. Zerarê dide herêma me. Em nikarin rehet bigerin. Jixwe AKP her tim derewan dike. Qaşo dibêjin ‘me OHAL’ê rakir’ lê hûn dibînin.” 
 
Yilmaz Guneş: “OHAL ji bo Amedê OHAL e. Dibe ku rojavayê Tirkiyeyê vê hîs nke. Lê li vir aramî nîne. Heke ku jiyana mirovan difikirin divê OHAL’ê rakin.” 
 
MA / Cîhan Olmez - Kamber Yildiz