Di temenek biçûk de dengbêjek mezin

  • rojane
  • 09:27 13 Nîsan 2018
  • |
img

WAN - Kava Înan ê ji bo kalên park û baxçeyên navenda Wanê dengbêjiyê dike, ligel temenê xwe yê biçûk jî bi stranên ku dibêje  mirovên derdorê  sermest dike.

Ji ber nelîrêtî û bêkariya li Wanê zêde dibe, hejmara zarokên biçûk ên di kolanan de dixebitin jî zêdetir dibin. Kava Înan ê 11 salî jî yek ji van zarokan e. Kava li park û baxçeyên navenda Wanê dengbêjiyê dike û ligel temenê xweyê biçûk bi stranên ku distrê mirovên derdorê dike heyranê xwe. Kava stranên Nîgara Heso, Em ê Gozê û gelek staranên din distire û mîna dengbêjek mezin guhdarvanan sermest dike. Dengbêj Kava, diyar kir ku bi taybetî di qadên kal lê rûdinin de distire û wan kêfxweş dike. 
 
DIXWAZE BIBE MAMOSTEYÊ MÛZÎKÊ 
 
Kava, da zanîn ku ew bi daxwaza dilê xwe kar dike û wiha got: “Ez hez dikim staranan bêjim. Gava mezin bûm dixwazim bibim mamostayê mûzîkê.”