Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'

  • jin
  • 11:18 4 Nîsan 2018
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku dema çûn Îmraliyê rojek berî wê li Amedê jinek ji ahiyê hevserê xwe ve hatibû kuştin û wiha got: "Roja me bi Ocalan re hevdîtin kir rojeva Birêz Ocalan a sereke kuştina wê jinê bû û got 'Li welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin, ez bi fikar im bibim endamê welatekî wisa.'" 
 
Endama Heyeta Îmraliyê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi giştî 33 caran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Buldan, der barê tecrîda li ser Ocalan û nerîna Ocalan a li ser jinê nerinên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. Buldan, anî ziman ku di "pêvajoya çareseriyê" de ziyareta Îmraliyê ji bo wê bû wekî dibistan û wiha got: "Ez di wê pêvajoyê de çûm dibistana Îmraliyê."  
 
‘DI HER HEVDÎTINÊ DE EZ BÛM PERVİN BULDANEK NÛ 
 
Buldan, bal kişand ser bandora hevdîtina Ocalan a li ser wê û wiha got: "Di nîşeyên hevdîtinê de jî xuya bûn. Birêz Ocalan dibêje 'Ger ku ez nikaribim li ser te nirxandinekê bikim û ez te ji pirsgirêkên te xelas nekim, ez nikarim rêbertiyê bikim' “Her civîna ku min bi Birêz Ocalan re pêk anî bandorek pir mezin li ser min çêkir. Ji ber ku di her hevdîtinê de der barê min de nerînên gelek girîng parve kirin. Tespîtên gelek girîng kirin. Nirxandin û çavdêriyên di şexsê min de kirin, li ser hemû jinan hat kirin. Divê hemû jin wan nirxandinên der barê min de bigirin ser xwe. Min di hevdîtinên bi Birêz Ocalan de cerebe û hêzek gelek mezin bi dest xist. Di her hevdîtinekê de min xwe wekî Pervin Buldanek cuda dît. Beriya ku ez biçim Grava Îmraliyê û piştî wê di navbera berê û piştre bi qasî çiyê cuda heye. Ji bo ez xwe pêş bixim û baweriya min a cewherî pêş bikeve ev pêvajo gelek girîng bû. Dîsa di milê ku ez di qada têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigirim gelek girîng bû. Nirxa ku Birêz Ocalan da min bê guman ji bo min pir bi qîmet û girîng in. Bê guman ez dê li vê nirxê xwedî derkevin û biparêzim. 
 
‘DIXWEST JIN BI HÊZA XWE XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Birêz Ocalan bi baweriya ku jinên welat biguherîne û veguherîne di her civînê de rewşa jine dikir rojev. Di vê mijarê de tespît û perspektifên Birêz Ocalan gelek girîng in. Brêz Ocalan qimetek mezin dida têkoşîna azadiya jinê. Bi taybetî qîmet dida tevgera Azadiya Kurd û têkşîna azadiya jinê. Li ser vê yekê nirxandin kirin. Bi taybetî di mijara tundiya li ser jinan, tacîz, tecawiz û mijarên wekî wê de dixwest jin bi hêza xwe ya cewheri tebikoşin. Dixwest jin ji bin hikumdariya mêr xelas bibin. Dixwest jin di her qada jiyanê de karibin li ser milê xwe rawestin û bi xwe têbikoşin. 
 
‘HER ROJ BI DEHAN JIN TÊN KUŞTIN'
 
Ocalan di nîşeyên xwe yên hevdîtinê de jî digot 'Her roj bi dehan jin tên kuştin. Ev komkujî ye. Ev ji şer bêtir xerabtir e.' Beriya ku em biçin Îmraliyê li Amedê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin. Roja borî em çûn Îmraliyê û me bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Rojeva Brêz Ocalan a sereke rewşa jinê bû. Digot 'Hûn li vê jinê xwedî derneketin. Çima ev jin hat kuştin.' Dixwest em bi taybet bi jinên rastî tundiye tên re eleqeder bibin. 
Birêz Ocalan. digot 'Li welatê ku ew qas tundî heye, ew qas jin lê tê kuştin ez bi fikarim bibim endamê wî welatî.' û fikarên xwe anîn ziman." 
 
'EM BI SER BIKEVIN EM DÊ PERSPEKTÎFÊN OCALAN PÊK BÎNIN
 
Buldan, anî ziman ku  Ocalan dixwest jin di her qadê jiyanê de û di her mekanizmayan de bibin xwedî biryar û vîn û wiha berdewam kir: "Li ser îfadeya Ocalan me gavên şênber avêtin. Me pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. Me bi riya şaredariyan saziyên jinan vekir. Birêz Ocalan li dijî malên parastinê bûn. Dixwest jin li hev kom bibin xwe bi rêxistin bikin. Dixwest jin malên xwe û saziyên xwe ava bikin. Me bi riya şaredariyan hewl da vê yekê bikin. Jin bêtir bûn xwedî hêz. Em vê yekê di 8'e Adarê 25'ê Mijdarê û li Qadê Newrozê dibînin. Ger ku em vê yekê li her derê têxin meriyetê wê demê em dê li perspektîfa Birêz Ocalan xwedî derkevin." 
 
‘BIRÊZ OCALAN GOTIBÛ…’ 
 
Buldan destnîşan kir ku Ocalan ê baweriya bi rizgariya welat dê bi destê jinan pêk bê, pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike û ji bo Tirkiyeyek demokratîk plansazî û perspektîfên wî hene di bin tecrîdek giran de ye û wiha got: “Piştî 5’ê nîsana 2015’an bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin qûtkirin. 3 sal in bi birêz Ocalan re tu awayî hevdîtin nayê kirin. Elbet tiştên birêz Ocalan di hevdîtinan de digot girîng in. Gotibû ‘Heke ev pêvajo li ser maseyê neyê çareserkirin û muxatabên min gav neavêjin dibe ev hevdîtina we ya dawî be.’ Û wisa jî bû. Hemû pêşdîtinên Ocalan ketin meriyete û em şahidiya vê yekê dikin.” 
 
‘TECRÎD RABE, DÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ NEFES BISTÎNE’ 
 
Ocalan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya civakên Tirkiyeyê dewam dike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Elbet ger ew tiştên birêz Ocalan wan rojan digot, biketina meriyete belkî îro Tirkiye ne di vê rewşê de bûya. Ji pêvajoya şer bigire heta qirîza aborî ya li Tirkiyeyê diqewime, hemû bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ne. Divê ev yek wiha bê dîtin û şîrovekirin. Em li welatek ku bi OHAL’ê birêve dibin dijîn. Bi riya KHK’yan milyonan mirov mexdûr bûn. Dema em li van hemûyan dinêrin, bi tecrîdê re girêdayî ne. Pereyê ji bo şer radizînin û ranta ji bo şer hemû ji berîka gelên Tirkiyeyê derdikeve. Ji bo civaka Tirkiyeyê nefes bistîne, pêwîste tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin”. 
 
‘ROJBÛNA OCALAN PÎROZ BE’ 
 
Buldan anî ziman ku pêwîste tecrîda li ser Ocalan demil dest bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de Tirkiye, CPT, NY û YE û hemû sazî û dezgehên navnetewî divê ji bo Ocalan bikevin tevgerê. Her wiha îro rojbûna birêz Ocalan e û em vê rojê pîroz dikin. Di nav gelê me de cihek cuda yê birêz Ocalan heye. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û gelê kurd di nav refên têkoşînê de cihê xwe bigirin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever – Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin | HATE NÛKIRIN
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê