‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’

  • jin
  • 11:14 6 Adar 2018
  • |
img

ŞIRNEX  –  Jinên Şirnexî piştgirî dan Jin TV a dê di 8’ê Adarê de vebe û gotin: “Dê ev der bibe cihê ku bilindkirina dengê me yê li dijî pergala zilamê dengê me qût dike. Em serhildana jinan li dijî zimanê zilaman a medyayê silav dikin.” 

Jin TV a ku ji aliyê Weqfa Jinan a Newa ve tê vekirin dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşana xwe bike. Jinên Şirnexî jî bextewariya xwe ya ji bo Jin TV anîn ziman û got ku dê Jin TV li dijî pergala zilam a ku dengê jinan qût dike waşanê bike û dê bibe cihê bilindkirina dengê jinan. 
 
‘DÊ BIBE ZIMANÊ JINAN' 
 
Leyla Kiliç diyar kir ku jinan weşangeriyek alternatîf li dijî zimanê şer û zilaman ê medya navendî ava kirine û got: “Ez di weşana Jin TV de serkeftinê dixwazim. Em ê wek jinên Botanê piştgiriyek xûrt bidin Jin TV. Em bi bawerin ku dê televîzyon bibe dengê hemû jinên ê li ser medyayê.” 
 
‘DÊ BIBE DENGÊ HEMÛ JINAN’ 
 
Zozan Aksu jî anî ziman ku vekirina Jin TV grîng û watedar e û got: “Em hêvîdarin dê Jin TV bibe dengê hemû jinên cîhanê. Dê ev der bibe cihê ku dengê me li dijî pergala zilam a ku dengê me qût dike ye. Ez wek jinek ciwan piştevaniyê didim Jin TV’yê.” 
 
‘EM BI KELECAN IN’ 
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat jî destnîşan kir ku di serdemek wiha de pêdiviya jinan bi televîzyonek wiha hebû û got: “Ji ber ku dê tenê weşangeriya jinê bike ez bextewar im. Em bi kelecan in. Em serkeftinê ji Jin TV re dixwazin.” 
 
'DÊ DENGÊ JINÊN BOTANÊ RAGIHÎNE’ 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Kutlu jî da zanîn ku ew pê bawerin ku dê bi awayekî xûrt dengê jinên Botanê ragihîne û wiha axivî: “Ji bo ku dê di 8’ê Adarê de dest bi weşanê bike bi dil û can silav û pîroz dikim. Her roj li ser qadên jiyanê yên jinan êrîş û tunekirin zêde dibe. Her roj em dibin şahidê êrîşên li dijî reng, deng û vîna azad a jinê. Em serhildana jinan li dijî zimanê zilaman a medyayê silav dikin. Em ê wek jinên Botanê destek bidin Jin TV û hewl bidin herî zêde ev televîzyona me bê temaşekirin.”