Li Heskîfê ger û geşteke xembar

img

ÊLIH- Xebatên ku dê Heskîfê bi temamî di bin avê de bihêle didomin. Ev rewş li navçeyê bi awayekî xembar xwe dide der û berî ku di bin avê de bimîne ji bo cara dawî bibînin, qefle bi qefle mirov berê xwe didin Heskîfê.

Heskîfa ku xwedî dîrokeke 12 hezar saliyî ye, wê ji bo Bendava Ilisûyê ku herî zêde wê 50 sal temenê wê hebe, di bin avê de bimîne. Li Heskîfê bênavber rûxandin didome û esnafên navçeyê gotin, ji bo cara dawî serdana navçeyê bikin, mirovê berê xwe didin navçeyê. Nemaze jî di dawiya hefteyê de ji bajarên wekî Mêrdîn û Amedê yên nêzî Heskîfê ne, gelek mirov serdana navçeyê dikin. 
 
‘BILA VÊ DÎROKÊ NERÛXÎNIN' 
 
Şêniyê Heskîfê Kerem Ozturkê 83 salî, hema bêje her roj li şaneşîna mala xwe rûdinê û li Çemê Dîcle û Keleha Heskîfê temaşe dike. Ozturk destnîşan kir ku wî tevahiya emrê xwe li Heskîfê derbas kiriye û got: "Dema li vir rûdinêm û temaşe dikim aram dibim. Êdî tu hizûr ji min re nema. Ez ê sibê dusibe bimirim biçim, lê wê zarokên min, neviyên min û zarokên wan vê dîrokê nebînin. Ev rûxandin û bendav tu hizûr ji me re nehişt. Wê hinekî pere bidin me û me bişînin cihekî din. Eger îro bêjin, em malên we narûxînin, me dev ji çêkirina bendavê berda, ger bivê em 10 qat zêdetirî wî pereyê ku dê bidin me bidin. Bes bila vê dîrokê nerûxînin." 
 
JI BO HESKÎFÊ STRANEK ÇÊ KIR 
 
Ramazan Gok ê 10 salî ku tevî malbata xwe ji Êlihê hat û serdana Heskîfê kir, li kêleka Dîcleyê rûnişt û ji bo Heskîfê stranek çê kir û bi tembûra xwe lê da. Gok got: "Di dest me de tenê Heskîf maye, em bi malbatî tên vir. Helbet ne wekî berê ye. Ji ber kamyonan û rûxandinê, toz û duxan heye û ev me aciz dike. Lê ji bo zarokên me bibînin em tim tên vir." 
 
Her wiha Gok strana ku li ser Heskîfê çê kiriye, ji bo me jî got. 
 
Nezahat Gok jî, anî ziman ku mehê carekê be jî ew serdana Heskîfê dikin. Gok, destnîşan kir ku berê wan dikaribû li cihên dîrokî bigere, lê belê niha ji ber derdora wan hatiye girtin û veguherandine şantiyeyan, ew tenê ji dûra ve temaşe dikin. Gok got: "Em naxwazin Heskîf bê rûxandin. Em dixwazin demildest dev ji vê şaşitiyê bê berdan û em naxwazin dîroka me bê tunekirin. Wê ev bendav bi kêrî tu kesî neyê." 
 
'ME EV DER NEPARAST' 
 
Wênekêş Umran Akyol ku ji Amedê hat Heskîfê jî got: "18 salî me û cara ewil e ku Heskîfê dibînim. Ji wan behsên di pirtûkan, çîrokan û wêneyan de xweşiktir e. Tevî evqas rûxandinê jî kişandina wêneyên vir hem ez kêfxweş kirim hem jî xemgîn. Em naxwazin bîra me bê rûxandin. Divê nifşên nû vir ne ji wêneyan, bi çavên xwe bibînin." 
 
Rotînda Engîn (18) jî diyar kir ku cara ewil ew di 2015'an de hatiye vir û got: "Ya tê rûxandin tenê ne dîmenek e, dîroka mirovahiyê ya 12 hezar salî ye. Ev der tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê mîraseke mezin e. Me ev der neparast." 
 
MA / Metin Yoksu 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin