Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê

img

EFRÎN – Koma Derûnasan a Stêrk hewl dide ku travmaya zarokên Efrînê yên mexdûrê şer ji ser wan biavêjin. 

Di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên li ser Efrînê de heta ji 200 kesî zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birdar bûn. Di nav mirî û birîndaran de gelek zarok jî hene. Yên ku herî zêde ji şer bandorê dibînin zarok in. Derûnnasên Efrînê jî ji bo zarokan sefer bûn. 
 
Koma Dernûnnasan a Stêrk nêzî salek û nîv e li Efrînê bi saziyên civakî yên sivîl re ji bo koçberan dibin alîkar. Koma Stêrk bi oprasyona Efrînê re beşdarî Meclîsa Tenduriyê bû. 5 endamên wê jinên ji Efrînê ne û 41 roj in destekê didin zarokên ji şer derûniya wan xera dibin. Derûnnas li Efrînê li her komunê du roj bi zarokan re tên gel hev û piştevaniya derûnî dide wan. 
 
BI KURDÎ Û EREBÎ DESTEKÊ DIDIN 
 
Derûnnasan ewil li taxa Trêndê dest bi xebatên xwe kirin û roja duyemîn jî li Komuna Şehît Hogir a li taxa Eşfrefiyê ya Efrînê bi zarokan re hatin ba hev. Derûnnas tenê destekê nadin zarokan, di heman demê de destek didin welatiyên ji ber şer rewşa derûniya wan nebaş e. Derûnnas hem xebatên xwe hem bi zimanê kurdî û hem jî bi zimanê erebî birêve dibin. Derûnnasan der barê xebatên xwe de agahî dan. 
 
‘DENGÊ BALAFIRAN ZAROKAN DITIRSÎNE’ 
 
Endama Komê derûnnas Lîlav Huseyîn anî ziman ku ji bo rewşa zarokan fêm bikin û tespît bikin şahî û lîstikên cûr bi cûr amade dikin û got: “Ji şer herî zêde zarok bi bandor dibin. Ji bo zarok netirsin û rewşa derûniya şer ji ser xwe biavêjin, em jî desteka giyanî didin wan. Di kêliyên xebatên me de dema balafir difirin zarok ditirsin û digirîn. Ji bo ev neqewime em dibin alîkar. Armanca me ew e bandora derûniya li ser zarokan kêm bikin. Em dixwazin kêfa zarokan bînin cih û bila xwe winda nekin.” 
 
‘ŞER ZAROKAN DI BANDORA ZIMAN Û HESTEK DIN DE DIHÊLE’ 
 
Endama Komê derûnnas Evîn Yusif jî destnîşan kir ku ji ber şer ew nikarin xwe bigîhin zarokên gundan  û wiha got: “Dema em bi zarokan re rûdinên, zarok demek dirêj xwe bêdeng dihêlin. Piştî em bi wan re diaxivin, zarok tên ser hişê xwe û bi me re sohbetê dikin. Zarokên ji gundan tên xwe di nêvengek xerîb de hîs dikin. Dikevin cîhanek din. Guhertina hawîrdorê di wan de travmatîka bikêlî matmayî dihêle. Ji ber dengê balafir û topan her tim ditirsin û xwe dadayî dikin. Girî û rewşa şînî bandorek neyînî li ser zarokan dike. Êdî zarok bi hest û zimanekî din re hevrû dimînin. Em ji van hemû tiştan re dibin bersiv. Em dixwazin malbat jî bên. Hem zarok û hem jî malbat dikarin xwe îfade bikin. Zarok dubare dest bi kenên xwe dikin.” 
 
MA / Selamî Aslan

Sernavên din

17/06/2018
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
16/06/2018
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
15/06/2018
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
13/06/2018
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
12/06/2018
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
10/06/2018
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê