Tenê jin lê dixebitin

  • jin
  • 09:26 1 Adar 2018
  • |
img

DÎLOK - Guler Erat ku li aşxaneya Morjîn Mûtfakê ya tenê jin wê bi rê ve dibin dixebite, got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin." 

Guler Erat a ku li navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê aşxaneya bi navê Morjîn Mûtfakê vekir û tevî xebatkarên jin dixebite, got wê xwestiye hêza jinê nîşanî civakê bide. Erat, diyar kir ku wê bi Morjîn Mûtfakê xwestiye ji civakê re bêje jin ne muhtacî mêran e. Erat bi lêv kir ku dema jin bixwazin dikarin ji derheqê her tiştî derkevin. Erat destnîşan kir ku wan xwestiye di serdemek wisa de bi xwarinên xwe û rûkeniya xwe kêliyekê be jî mirovan kêfxweş bikin. Erat got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin." 
 
TENÊ JIN DIXEBITIN 
 
Erat got: "Tenê em jin dixebitin. Çimkî dema jin destê xwe bide çi, tiştekî cuda ye. Me xwest li gor cihên din ferqek me hebe. Me xwest em di tahma xwarinên dayikên wan de, çêjekê bidin mirovan. Em xwarinên xwe bi kêfxweşî çê dikin. Dirûşmeya me jî diyar e; 'Me bi evînî çê kir, bi evînî bixwin.'" 
 
‘JIN LI HER DERÎ NE, BILA MÊR HÎN BIBIN' 
 
Erat, behsa bîranîneke xwe ya li bazara fêkî û zebzeyan kir: "Di vî karî de zebze û fêkî girîng in. Fêkî û zebzebên herî teze jî li halê tên peydakirin. Dema min nû dest bi kar kiribû, min ji marketê tişt dikirîn. Lê belê rojekê min got ka biçim halê. Dema çûm jî bi tena serê xwe çûm. Dema bi seyareyê ketim hundurê halê, mêr zoq li min nêrîn. Çimkî li halê tenê mêr hene. Wekî bi awirên xwe bêjin 'çi karê te li vir heye.' Bêyî guh bidim awirên wan, min zebze û fêkî kirîn û vegeriyam. Yanî êdî jin li her derî hene, divê êdî mêr hînî vê rewşê bibin." 
 
‘PÊDIVIYA ME BI MÊRAN TUNE YE' 
 
Erat, destnîşan kir ku ew li welatekî ku feraseta mêr serdest e dijîn û sedema ku çima li aşxaneyê mêran andin xebitandin wiha vegot: "Em di nêvengeke ku mêr bi rihetî dikarin kar peyda bikin de dijîn. Lê jin li her qadê li paş tên hiştin. Ji ber vê min wekî hevalên xebatê jin tercîh kirin. Bêyî em muhtacî mêran bin dijîn." 
 
MA / Muhammet Abdulkadir Esen

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin