Dozger: Pêwîstî bi lêpirsîna polîsan tune

  • rojane
  • 09:07 22 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Dozger, der barê xwendekarên zanîngeha Dîcle yên ji ber li fîqê dan û polîsan ew darp kirin de heta 27 sal û nîvan ceza xwestibû. Dozger, der barê polîsan de jî biryara ne şopandinê da. 

Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê di 20'ê Adara 2017'an de dema li zanîngehê bi kurdî li fîqê dabûn, polîsan bi lêdanê ew binçav kiribûn. 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê heta 27 sal û nîvan ceza ji xwendevanan re xwest. Lêpirsîna der barê polîsên ku xwendevan derb kiribû de hat vekirin, Serdozgerê Komarê yê Amedê pêwîstî bi lêpirsînê nedît û biryara ne şopandinê da. 10 xwendekarên ku polîsan ew derb kiribûn, serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê dabûn, der barê polîsên êrîşkar de serlêdana sûc kirin. Serdozgerê ku lêpirsîn bi dawî kir, îdia kir ku polîsan rayeya xwe bi "pîvan" xebitandiye û got ku pêwîstî bi lêpirsînê tune.
 
‘ŞOPÊN DERBÊ HENE LÊ...’
 
Her wiha serdozger di biryara xwe de îdia kir ku xwendevan li dijî polîsan mukavmeta fîzîkî pêk aniye û nehiştine polîs peywira xwe bi cih bînin. Ahmet Temur ê di dosyayê de wekî kesê bersûcê muştekî tê dîtin, bersiv dan daxwaznameya wî ya serlêdana sûc de, tê gotin ku di laşê Temur de şopên reşayê tên dîtin û ev jî bi rapora edlî re li hev digirin, lê ruxmê vê jî biryara bê şopandinê dan. 
 
‘HEMÛ SÛCÊN DI QANÛNAN DE LI ÎDIANAMEYÊ BAR KIRINE’
 
Parêzer Suleyman Şahîn biryara ne şopandinê û fîqa kurdî nirxand û ev tişt got: "Dozger dema îdianame sererast kir, hemû sûcên di Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re li îdianameyê zêde kiriye. Heke çalakiyek wekî propaganda bê dîtin divê muxatabê propagandayê hebe. Di dîmenan de jî tê dîtin ku li dora hewzê digere û dema digere jî li fîqê dide. Tenê kameraya polîsan fîqê dibîne. Fîq wekî 'propagandaya rêxistinê' hesabkirin, gelekî ecêb e."
 
Şahîn aşkera kir ku doza ku ew pêre rû bi rû mane, dozeke "qerfî" ye, polîsan xwendevan derb kirine û wiha axivî: "Ev peywir çawa tê destnîşankirin. Rayeya polîsan bê sînor e?"
 
MA / Rifat Şahîn - Denîz Tekîn