DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin

  • rojane
  • 09:35 17 Sibat 2018
  • |
img

DERSIM - Emlaka Mîllî li navçeya Pilûrê ya Dersimê zeviyên çandiniyê derdixin frotine. Serokê Giştî yê DEDEF'ê Ali Haydar Ben, bertek nîşanî vê yekê da û xwest gelê Dersimê li zeviyên xwe xwedi derkevin. 

 
Lijneya Parastina Mûnzûrê (DEDEF) diyar kir ku Emlaka Mîllî zeviyên çandiniyê yên Navçeya Pilûra Dersimê di 15'ê Sibatê de ji bo firotinê derxistine îhaleyê. Lijneyê anî ziman ku di bin navê razemeniya turizm, perwerde û sewalkariyê de ji bo 49 salan dê tesîs bikin. Zeviyên ku mezinbûna wan 632, 358 û 685 dolim in, dê bi 10 milyon û 125 hezar lira, 2 milyon û 500 hezar û 2 milyon û 740 hezar lîra bifiroşin. 
 
DARBEYA LI DIJÎ ÇANDINIYÊ YE
 
DEDEF'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ev îhale darbeya li dijî çandî û sewalkariyê ye û wiha got: "Bi vê îhaleyê dixwazin rençberên Pilûrê axa xwe terk bikin û ji çand û nasnameya wê dûr bixin. 
 
Serokê DEDEF'ê Alî Haydar Ben, diyar kir ku zeviyên çandiyê yên Pilûrê di sala 2013’an de derxistin îhaleyê û ji ber kes neketin îhaleyê ji îhaleyê derxistin. Ben, anî ziman ku ji ber zeviyên Pilûrê xwedî bereket û berhem e bala sermayedaran dikişîne û ji ber vê yekê Emlaka Mîllî derxistiye bazara Şîrketên mezin. Ben, da zanîn ku bi vê yekê dixwazin rê li pêş koçberiyê vekin û welatiyan ji çand û nasnameya wan dûr bixin. Ben anî ziman ku polîtîkaya valakirina gundan a salên 1994’an niha ji nûve dixin meriyetê. Ben, bang li hemû welatiyên Pilûrê kir û xwest li çand, ekolojî û zeviyên xwe xwedî derkevin û destûr nedin vê yekê. Ben xwest axa bi bereket ya Pilûrê pêşkêşî holdîng û şîrketên mezin nekin. Ben anî ziman ku wekî DEDEF'ê dê civînên gel pêk bînin û li dijî vê yekê bi gel re tebikoşin.

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê