Jinên dersimî çirayên xwe ji bo aştiyê vêdixin

  • jin
  • 09:54 16 Sibat 2018
  • |
img

DERSIM - Jinên dersimî ên di meha Xizirê de serdana cihwarên pîroz dikin û loqmeyan belav dikin, îsal çirayên xwe bi hêviya ku aştî pêk bê vêxistin. 

Li Dersimê, bi boneya remza aştî, hezkirin û xweşbîniyê meha Xizirê gel serdana cihwarên pîroz dikin. Bi taybetî jî jin cihwarên pîroz ziyaret dikin, çirayan vêdixin û loqmeyan belav dikin. Jinên ku serdana Dayika Fatmayê û Gola Çetûyê dikin, behsa çirayên xwe kirin. 
 
Hatîce Kazan a 65 salî balê kişand ser girîngiya meha Xizirê û got, ev meh mizgîniya biharê ye. Kazan got: "Newroza me jî meha Xizirê ye. 366 pêxember li Gola Çetûyê ku Pilumûriyeyê û Mûnzûrê bi hev ve girê dide cem kirine. Niha her pêncşem pîr li cemxaneyê cemê dikin. Navendên me yên baweriyê ji bo me pir girîng in. Ji bo me pîroz in. Em di riya heqiyê de çirayên xwe ji bo aştî, aramî û tenduristiyê vêdixin. Vê hefteyê min dua ji Xizir re kir û bi hêviya aştî pêk bê min çira vêxist. Min xwest kesên dibin sedema şer, zilmê dikin bên cezakirin. Yên di şer de dimirin zarokên me ne. Her ku em mirinekê dibihîsin kezeba me dişewite." 
 
'JI BO AŞTIYÊ EM ÇIRAYAN VÊDIXIN'
 
Besera Zeng a 86 salî jî got ew di riya 12 îmaman de ne û ew li gor baweriya xwe tev digerin. Zeng diyar kir ku Xizir di riya Mûnzûr de ye, wê rojî girtiye û çirayên xwe vêxistiye. Zeng got: "Dixwazim hemû çira bi munasebeta aştî, tenduristî û hizûra cîhanê bên vêxistin. Dixwazim cîhan aram bibe. Her ku cîhan aram bibe wê mirov jî aram bibin." 
 
Beser Sezgîna ku loqmeyên xwe anîne û belav dike, got ew serdana navendên pîroz dikin û domand: "Min duaya ewil ji bo tenduristiyê kir. Paşê ji bo hemû aştiya cîhanê min çira vêxist. Berê elewiyan ji bo di şert û mercên zor û ên zivistanê de xwe bigihînin kesên di tengasiyê de ne çira vêdixistin. Lê ji bo dawî li şer bê çirayên xwe vêdixin. Bila aştî çê bibe, mirovên me aram bibin." 
 
MA / Semra Turan 
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin