Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...

img

EFRÎN - 19 roj e TSK û komên girêdayî OSO'yê êrîşê Efrînê dikin û tekane welatiyê ermenî Harot Kevork aşkera kir ku komkujiya 1915'an a li dijî ermeniyan ji nû ve tê bîra wî û di hişê wî de zindî bû.

Êrîşên hewayî û bejahî 19 roj e li dijî Efrînê dewam dike, gel ji hêlekê ve parastina xwe ya cewherî pêk tîne, ji hêlekê ve jî di nava yekitî û piştgiriyê de ye. Welatiyê ermenî yê tenê ew li Efrînê maye, Harot Kevork e. Kevork aşkera kir ku ji nû ve di hişê wî de komujiya 1915'an zindî bû.
 
BAJAR BI BAJAR DERBAS BÛ!
 
Ji gelê ermenî tenê Harot Kevork li Efrînê maye. Kevork 61 salî ye, di sala 1915'an de ji komkujiya li dijî ermeniyan rizgar bûye. Destpêkê sirgûnê Ezazê û piştre sirgûnê Halebê kirine. Kevork berî 50 salan hatiye Efrînê, bi karê qedîm ê hesinkariyê re mijûl dibe û ev kar di nava ermeniyan de gelekî zêde ye. 4 zarokên Kevork hene, ji hêlekê ve jî li ser Duryana Vatanî bi lelbûriyekê re mijûl e. Kevork, yek bi yek kargehên li ser kolanê dide nîşan û dostên wî yên ermenî yên ji herêmê çûne, bi bîr tîne.
 
JI DÎLOKÊ BERBI HALEBÊ VE...
 
Kevork behsa şerê navxweyî yê rojê destpêkê kir, aşkera kir ku li Helebê gelek ermenî ketine ser rêya koçê û çûne welatên derve. Kevork gotin anî ser êrîşên li dijî Efrînê û got ku serdemek bi ser re derbas bûye, dîsa îro rastî êrîşan tên.
 
'PIŞTÎ SERDEMEKÊ DÎSA KOMKUJIYÊ EM DÎTIN' 
 
Kevork anî zimqn ku ew ermeniyê Dîlokê ye, di sala 1915'an de sirgûn bûye û wiha pê de çû: "Piştî komkujiyê em çûn Helebê. Piştre em hatin Efrînê. Gelek malbat bi min re bûn. Hemûyan jiyana xwe ji dest da. Yên din jî ji ber şer koçî cihên cuda kirin. Tenê ez li Efrînê mam. Niha me bi hemû gelan re li Efrînê jiyanek ava kir. Em hemû xwedî li bajarê xwe derdikevin. Tirkiye 100 sal e êrîşên xwe dewam dike. Wê demê çawa jin û zarok qetil kirine, îro jî heman tiştî dike. Piştî serdemekê dîsa qirkirin xistin dewrê."
 
ÊDÎ BES E!
 
Kevork bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên xwe bi dawîbike û wiha got: "Ma ne bes e we ew qas gel qir kirin? Bajarê ku şer lê neqewimiye Efrîn bû. Êdî bes e. Bes e xwînê birîjînin. Êrîşê mirovan nekin. Li Sûriyeyê cihê ku şer lê nehatibû kirin, ev der bû. Ev bajarê ku bûye warê hewandina mirovan, hûn çima êrîş dikin?" 
 
BI ERMENÎKÎ BANG KIR
 
Kevork bi ermenîkî bang li raya giştî ya cîhana kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li Tirkiyeyê ji warên xwe sirgûn bûn. Hatin vir, dixwazin me ji vir jî derxin. Em dixwazin ev êrîş û şer bi dawî bibin. Bila her kes me bibihîse. Em bang li tevahiya gelên cîhanê dikin."
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

17/06/2018
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
16/06/2018
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
15/06/2018
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
13/06/2018
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
12/06/2018
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
10/06/2018
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê