Li ber ÎŞKUR'ê çalakiya tazî

  • rojane
  • 16:08 16 Çile 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Karker Battal Sagir, li ber ÎŞKUR'ê xwe tazî kir û çalakî pêk anî. Karker Sagir, got “Ez karker im û birçî me." 

Karker Battal Sagir li ber Midûriyeta Saziya Kar û Xebatê ya Îzmîrê (ÎŞKUR) xwe tazî kir û çalakî pêk anî. Sagir, diyar kir ku bi mehan e li cihê kar heqê xwe nestendiye û 3 meh berê bi daxwaznameyekê li ÎŞKUR’ê gilî kiriye, lê encam nestendiye. Karker Battal Sagır, anî ziman ku ÎŞKUR'ê daxwaznameya wî winda kiriye û got: "Ez karker im betal û birçî me. Li şûna mafê min biparêzin, mafê patronan diparêzin.