Xwezaya Midyadê wêran dikin 2017-12-24 09:38:08 MÊRDÎN – Li Midyadê çêkirina avahiya di navbera dêra Bethil û Mala Mêvanan ku 2’emîn qada SÎT’ê ye careke din dest pê kir. Serokê SUDEF’ê Evgil Turker bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku ev talankirin û wêrankirina xwezaya Midyadê ye.   Li taxa Akçakayayê ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê çêkirina avahiya di navbera dêra Bethil û Mala Mêvanan ku bi salan e 2’emîn qada SÎT’ê ye careke din dest pê kir. Çêkirina avahiya ku li ser baxçeyekê bilin dibe û heya niha 2 qatê wê temam bûye beriya 3 mehan dest pê kir. Ji ber ku xwezaya dîrokî ya navçeyê xirab dike li ser nîqaş derketin û ji bo çêkirina avahiyê raweste hin kes û saziyan serî li qaymaqamtiyê dan. Li ser vê çêkirina sekinî û cihek biçûk a qata dawîn jî hat hilweşandin.     BERIYA HEFTEYEKÊ CAREKE DIN DEST PÊ KIR    Çêkirina avahiyê ku demek kurt rawestiya ligel hemû îtirazan beriya hefteyekê careke din dest pê kir. Heya niha diwarên wê jî hatin çêkirin. Hat ragihandin ku destûra îmarê ji Lijneya Abîdeyan a Amedê hatiye girtin û ev cih jî pêşkêşî kesên nêzikê hikumetê disekinin hatiye kirin.    ‘TENE BI DESTÛR DIKARIN RESTORE BIKIN’    Serokê Federasyona Komelayên Suryaniyan (SUDEF) Evgil Turker derbarê mijarê de axivî û bi bîr xist ku cihên dîrokê yên navçeyê hemû qadên SÎT’ê ne. Turker destnîşan kir ku nêzîkê 17 sal in ev qada SÎT’ê ye û kes nikare dest bide van deran. Turker wiha axivî: “Tenê li vir dikarin restorasyonê bikin. Ji bo vê jî destûr divê. Bi hêsanî jî destûr nayê dayîn.” Turker da zanîn ku bi çêkirina avahiyê bertek jî hatine nîşandan û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Turistan jî bertek nîşan da. Hin kesan dîlekça da. Lê belê beriya hefteyekê careke din çêkirin dest pê kir.”   ‘QEYMAQAM JÎ PÊ ACIZ E’   Turker ê pirsa “Kê destûr da vê tiştê” kir wiha pê de çû: “Em bersiva vê pirsê nizanin. Ev komkujiyek li hember dîroka xwezaya navçeyê ye. Birêz qaymaqam Huseyîn Tekîn jî qasî min bihîst ji vê tiştê aciz e. Lê belê dikare rawestinê an na ez nizanim. Heke em navçeyê hez bikin divê em vê karê sosret rawestînin.”   MA / Gokhan Altay – Ozgur Paksoy