Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin 2018-10-28 09:07:07     STENBOL - Xwendekar Çîsel G., ku bi şideta hîndekar Mehmet A. re rû bi rû ma, got: "16 sal in mêr xwe dispêrên polîtîkayên AKP'ê."    Xwendekara Zanîngeha Yildiz Teknîkê Çîsel G. (22), di 18'ê îlonê de dema cixare dikişand bi şidet û heqareta hîndekarekî zanîngehê re rû bi rû ma. Hîdekarê Fakulteya Înşeatê Doç. Dr. Mehmet A., di dema genegişiyê de heqaret li Çîsel G.'yê kir û ew derb kir. Çîsel G., diyar kir ku ev şidet girêdayî polîtîkayên dijminahiya jinan dikin.    'KULM AVÊT MIN'    Çîsel G., diyar kir ku dema wê li ber Fakulteya Edebiyatê cixare dikişan, hîndekarek hat cem wan û ji wan re gotiye: "Qey xwendin û nivîsandina we tune ye ku hûn li vir cixareyêê dikişînin, biçin ji vir." Çîsel G., anî ziman ku dema wê jê re gotiye "deba devê xwe zanibe, ez ê gazî ewlekar bikim", ew kes nêzî wê bûye û wêneyê wê kişandiye. Çîsel G. got: "Wexta min got ez ê gazî ewlekar bikim, ji min re got 'ez ê sîleyeke wisa li bixim...' Ber bi derî ve çûm û min gazî ewlekar kir. Di wê kêliyê de hîn jî heqaret dikir. Piştî ewlekar ew hişyar kir, wî jî ez tahm dam û ez li camê ketim. Kulm avêt min û ji ber min dît kulmê davêje min serê xwe bi paş ve kişand. Kulm tam li min neket, serê min hindikî êşiya. Di wê kêliyê de du hevalên min hatin cem min û mamoste kişandin. Li ser vê mamoste hem kulm avêt ewlekar hem jî avêt hevalên min. Şefên ewlekariyê hatin min ji wan xwest girtekê binivîsînin."    'LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ HEQARET KIRIN'    Çîsel G., diyar kir ku hevalekî wê ji mamoste re gotiye "tu fedî nakî tu destê xwe li jinekê bilind dikî?", lê belê Mehmet A. jî gotiye "Ew ne jin, ne jî mirov e." Çîsel G., got: "Di wê kêliyê de ez li polîsan geriyam, çimkî hîn jî heqaret dikirin. Wexta em ji bo rapora derbkirinê çûn nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jî taciza wî û heqaretên wî domandin." Çîsel, diyar kir ku wê li dozgeriyê giliyê Mehmet A. kiriye, lê belê her çend tiştek wisa tune be jî Mehmet A. jî îdia kir ku hatiye derbkirin. Çîsel G. got: "Diyar e ev hêz kuderê tê. Ez ê heta dawiyê şopdarê vê mijarê bim."    'VÊ HÊZÊ JI ÎKTÎDARÊ DISTÎNIN'    Çîsel G., anî ziman ku 16 sal in mêr vê hêzê ji îktîdara AKP'ê distînin û got: "Em hemû dizanin ka çawa ji bo şideta jinê, cinayetên jinan çawa ceza dadixin. Ev rewş pir aşkere ye ku îktîdar destekê dide vê rewşê." Çîsel G., bilêv kir ku divê jin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.    MA / Necla Demir