Destana bi dehan sal berê, bi dengê wî dîsa zindî dibe 2018-10-16 09:09:45 ÊLIH - Di dema Serîhildana Şêx Seîd de wexta leşker êrîşî gundan dikin, Xelîlê Misto yê ji Eşîra Bekiran li hemberî leşkeran şer dike û wan têk dibe. Paşê Misto û 17 hevalên xwe tên daliqandin. Ev destana ku nêzî sed sal in tê gotin niha bi dengê Dengbêj Faîqê Kififî careke din li ber çavan candar dibe.  Piştî Serhildana Şêx Sedî, leşker êrîşî eşîret û gundiyên li herêmê dikin. Lê belê li navçeya Qubînê ya Êlihê dema leşker dest davêjin ser malên gundiyan û her derî talan dikin, berê xwe didin Eşîreta Bekiran. Lê belê ferdên Eşîreta Bekiran li hemberî leşkeran şer dikin. Di vî şerî de bi pêşengiya Xelîlê Misto li herêma gundê Zîlanê yê navçeya Hezoyê leşker têk diçin.    Tê gotin di vî şerî de nêzî 200 sivîl û 500 leşker dimirin. Piştî vî şerî ferman tê derxistin û bi vê fermanê Xelîlê Misto û 17 hevalên xwe tên girtin. Misto di dadgehê de dibêje: "Me li hemberî dewleta ku êrîşî me kir xwe û gundiyên xwe parast. Eger leşkerên dewletêg undê me dagir bikin es ê dîsa li hemberî wan şer bikim."    Piştî darvekirina Xelîlê Misto û 17 hevalên wî, gelên herêmê vê destanê ji zarokên xwe re dibên heta roja îro. Lê belê niha ev destan bi dengê Dengbêj Faîqê Kififî careke din candar dibe.    'NAXWAZIM BÊ JIBÎRKIRIN'    Dengbêj Mihemedê Xato ku ji heman eşîrê ye pêşî vê bûyerê dike kilam û paşê Dengbêj Faîqê Kififî jî hin tiştên din li vê kilamê zêde dike. Em li cihê wê çaxê bûyer lê qewimî, li nêzî Pira Malabadê bi Dengbêj Faîqê Kififî re axivîn.    Kififî, diyar kir ku ew dixwaze ev kilam ji aliyê dengbêjên piştî wî jî bê gotin û got: "Dema di dergûşê de bûm diya min ev çîrok ji min re digot. Lê dema mezin bûm min bêtir fêm kir. Ev destan ji zarokên di dergûşan de dihat gotin ta roja îro hat. Naxwazim ev çîrok bê jibîrkirin."    Kifîfî behsa navên di kilamê de derbas dibin kir û got: "Navê diya serekê Eşîreta Bekiran Xelîlê Misto, Zimro ye. Faîqê d kilamê de navê wîd erbas dibe neviyê Silo ye. Ahmed jî kurê Silo ye. Ez jî kurê Ahmed im. Silo û Xelîlê Misto pismamê hev in. Ev kilam a malbata me ye. Ev kilam bia wayekî çîrokî jî tê gotin. Dayikên me wisa ji me re gotin. Hem dergûş dihejandin hem jî vê çîrokê ji me re digotin. Ê ku pêşî ev kilam gotiye Dengbêj Mihemedê Xato ye. Min jî hin tişt li vê kilamê zêde kirin."    'ME GUNDÊN XWE PARASTIN'    Kififî ji bo bûyerê got: "Eşîreta Bekiran bi pêşengiya Xelîlê Misto, li herêma gundê Zîlanê yê Hezoyê bi leşkeran re şer kir û leşker têk birin. Leşkeran li hêla Pira Malabadê asê kirin. Jixwe wê çaxê piraniya leşkeran miribûn, ên mayî jî di çem de xeniqîn. Lê li gorî tê gotin 15 leşker jî xwe li avê dixin û difilitin û berê xwe didin gundê Şabê yê Hezoyê. Alîkariyê ji cotkarên li wir dixwazin. Lê ev cotkar leşkeran tînin gundê Qeynterê yê Hezoyê û teslîmî Şêx Xalid dikin. Şêx Xalid leşkeran dide Farqînê û radestî alayê dike. Paşê fermanê didin. Misto û 17 hevalên wî tên girtin û paşê tên darvekirin."    NAVÊ KESÊN HATIN DARVEKIRIN    Kesên hatin girtin bi qasî du mehan li Amedê tên girtin û paşê wan dibin Xarpêtê. Navê van kesan di girtekên dadgehê yên 1926'an de wiha hatiye nivîsandin: Ji reîsê eşîretê Kurê Misto Xelîl, Ahmet Kurê Siloyê Gozeklî, Ahmet Kurê Eyyûp, Silêmanê Kifîfî, bi navê xwe yê dîtir Yaşr Kurê Silo, Omer Kurê Biroyê Zeyneklî, Davût Kurê Silêmanê Daleklî, Resûl Kurê Cevat, Eyyûp Kurê Hecî şero, Abdullah Kurê Tîmûrê Batinlî, Halîl Kurê Hasan ê Sepînlî, Reîsê Keleha Yerdekliyê Hecî, Mele MIstefa Kurê Omer, Yakûp Kurê Îbrahîmê Selbanlî, Alî Kurê Huseyîn, Reîsê Eşîreta Bekran Huseyîn, Halîl Kurê Alî yê Berîklî, Silêman Kurê Osman.    MA / Metin Yoksu