Komir ji sedî 80 biha bû 2018-10-16 09:06:42 ŞIRNEX – Yek ji bajarên ku rêjeya betaliyê zêde ye jî Şirnex e. Li Şirnexê fiyetê komirê ji sedî 80 û kîsê komirê jî ji sedî 100 hat zemkirin. Her wiha tona êzingan jî ji 450 lîreyî bû 550 lîre.  Ji ber krîza aborî fiyetên komir û êzingan jî biha bû. Li Şirnexa ku rêjeya betaliyê ji sedî 26.9 e, fiyetên ardû û komirê zêde bû.  Par li Şirnexê fiyetê komirê 250-350 lîre bû, lê belê îsal tona komirê bû 450-550 lîre. Her kîsên ji bo komirê tên bikaranîn jî, ji sedî 100 biha bûn ji 400 qurîşî bûn 900 qurîş.  Her wiha êzingên ji Herêma Kurdistana Federe û herêma Colemêrgê tên jî biha bûn. Êzingên ku 5 sal in xweşikê fiyetên wan biha nebûbûn, ji 450 lîreyî bûn 550 lîre.