Petêxên Melava li ser dezgehan e 2018-10-04 09:17:35 WAN – Petêxê taxa li Melava ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn dibin, li bazara û esnafan li ser dezgehan e.  Petêxên li taxa Melava ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di meha gulanê de tên çandin, dema xwarina wan dest pê kir. Petêxên bi nav û deng ên Melava li ser dezgehên bajêr cihê xwe girtin. Taxa Melava li ser rêya navçeya Qelqeliyê ye û li ser rêya bejahiyê jî di bin holikan de tên firotin. Halîla Daglar ê 20 sal in li heman cihî petêxan datîne û difiroşe got: “Em ked û kevneşopiya xwe ya salan dewam dikin. Ev mîrate dê ji me ji bo zarok û neviyên me bimîne.”    ‘ÇANDA HERÊMÊ YE’    Daglar diyar kir ku ew petêxên di meha gulanê de tov dikin û heta petêx tên dema xwarinê 130 roj digire. Daglar anî ziman ku ji bo şînbûna petêxan Gola Erçekê avantejek mezin e û ji ber rewaya erdê ya ji golê sûd werdigire tehma wî pir cuda ye. Daglar got ew tovên xwe ji derve nakirin û ew tovan bi destê xwe hiltînin ji bo sala bê. Daglar destnîşan kir ku gel eleqeyek baş nîşanî petêxên Melava dide û ev petêx çandek herêmê ye.    MA / Berzan Guneş