Krîza aborî pişta mewîjfiroşan jî şikand! 2018-09-26 09:08:38 MANÎSA - Krîza aborî tesîr li mewîjan jî kir. Cotkar Ahmet Dogan got: "Cotkar tim deyndar e. Çimkî zemên dewlet dike pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin."  Li Tirkiyeyê herî zêde tirî li Manîsayê çêdibe. Cotkaran destnîşan kir ku ji ber krîza aborî rewşa wan nebaş e. Li navçeya Sarûhanê ya Manîsayê cotkar Ahmet Dogan, diyar kir ku bi salan e cotkariyê dike û her diçe zêdetir mexdûr dibin.    ‘MIN JI TON Û NÎVEK MEWÎJ TU TIŞTE QEZENC NEKIR'    Dogan, diyar kir ku di piyaseyê de kîloya mewîjên di avê de tên dakirin bi 10 lîreyî ye û yên di avêde nayênd akirin jî bi 7 lîre û nîvan e. Dogan, anî ziman ku mewîjfiroş ji bo mewîjên xwe bifiroşin bi erzanî didin û got: "Cotkaran destê ewul hişk kirin û firotin. Ger bimana dê nikaribûna bifiroşin. Çawa em tirî jêdikin em wan hişk dikin û fiyetê wê jî biha ye. Lê tiriyê di ava biderman de tê dakirin erzan e. Çimkî tiriyê di avê de tê dakirin zû hişk dibe. Îsal bazirganên mezin hay ji rewşê hebûnç Berê xwe dan cotkarên biçûk û berên wan bi erzanî kirîn. Cotkaran jî berên xwe firotin pê heqê karkeran, mazor û gybre dan. Di dest cotkar de tu pere neman. Min ton û nîv tirî hişk kir. Lê min tu tişt jê qezenc nekir. Çimkî min heqê gubre û mazotê pir zêde bû. Ji ber min îsal tiştek bi dest nexist, dibe ku dev jî vî karî berdim. Xwezî min tiştek qezenc bikirana û zêdetir mewîj çêbikirana." Dogan, bilêv kir ku cotkar tu tiştî qezenc nake, deyndar dibe.    ‘COTKAR HETA QIRIKÊ DI NAV DEYNAN DE YE'    Dogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê hikûmet naxwaze krîzê bibîne û bi ser de nahêle kes çandiniyê jî bike. Dogan, anî ziman ku her diçe Tirkiye bêtir dibe pêgirtiyê derve û got: "Ev ji ber polîtîkaya hikûmetê ye. Hikûmet dibêje me evqas destek da cotkaran û çandniyê. Na, derew e. Hikûêet gel dixapîne. Tirkiye welatê çandiniyê ye, lê em hemû berên xwe ji derve dikirin. Eger ev polîtîkaya derewkar a dewletê rastbûna, diviya me îxracat bikirana. Ez cotkarekî biçûk im. Dewlet tim destekê dide alîgirên xwe. Ka ji cotkarên reben bipirsin dewlet destekê dide yan na? Na, destekê nade. Cotkar heta qirikê di nav deynan de ne. Ma dewlet alîkariyê bike ê çi bibe? Cotkar deyndar in. Zemên dewletê pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin. Li gorî me çareserî bi guherandina hikûmetê û polîtîkayên wê pêkan e."    MA / Ruken Demir – Ayşe Surme