Qeyûm hat av ji ser welatiyan birî û da eskeran 2018-09-25 10:01:18 ŞIRNEX – Li Bajaroka Findik a Navçeya Bassa ya Şirnexê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, qeyûm av ji ser welatiyan birî û av da eskeran. Qeyûm ji 12 rojan carekê tenê saetekê avê dide welatiyan. Welatiyan diyar kirin ku şaredariyê av ji ser wan qut kir û ava wan daye eskeran û gotin: "Li şûna piştgiriyê bidin me, ya heyî jî qut kirin."  Li Bajroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê demek dirêje qeyûm avê nade welatiyan. Piştî di 18'ê Çileya 2017'an de qeyûm tayînî şaredariya Findik a ku berê di destê DBP'ê de ye bû, êdî av ji ser welatiyan hat qutkirin. Li bajaroka ku nêzî 300 mal hene, piştî Qeyûm tayînî wê bû û şaredarî ji destê DBP'ê girtin, ji 12 rojan carekê saetekê didin. Welatî ji ber pirsgirêka avê dijîn li ser kaniye dikevin dora avê û bi bîdonên avê yên ji 10-15 litre pêk tê avê dikişînin malê. Hin welatiyên malên wan dûr jî bi tankêran avê dibin mala xwe.    ‘AVA ME DAN ESKERAN'   Welatiyan diyar kirin ku piştî qeyûmê av ji ser wan qut kir, di milê paqijiyê de zahmetiyên mezin dijîn. Welatiyan, destnîşan kir ku piştî av ji ser wah hat qutkirin bax û bostanen wan tev hişk bû. Welatiyan, bilêv kirin ku piştî qeyûm tayînî bajaraka wan hat kirin, av ji ser wan qut kirin û ava bajarokê dan eskeran.    Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta qeyûmê da û xwest demek beri demekê ava wan berdin. Welatî Fehime Elkoca, ani ziman ku dema şaredarî di destê DBP’ê de bû pirsgirêk tune bû, lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin êdî pirsgirêka avê rû da. Elkoca, anî ziman ku li şûna xizmetê bikin û piştgiriyê bidin welatiyan, xizmeta berê hatiye dayîn jî qut dikin û zahmetiyan derdixin. Elkoca, da zanîn ku zarokên wan ên diçin dibistanê ji ber av tune heta hefteyekê nikarin serê xwe bişon.    HEM MIROV Û HEM SEWAL BÊ AV HIŞTIN   Welatî Mevlude Erkaslan jî bi metereyê destê  xwe bertek nîşan da û got: "Hem mirov û hem jî sewal bê av hiştin. Ma em ne mirov in? Behiye Elkoca jî anî ziman ku piştî av ji ser wan hat qutkirin di milê paqijiyê de zahmetiyên mezin dijîn.