Gola Koşkê ji gelek çûk û masiyan de malovaniye dike 2018-09-24 09:16:57 WAN - Li navçeya Artemêtê ya Wanê, Gola Koşkê ku 30 sal berê di encama zêdebûna ava Gola Wane de, ji ava zêde ava bû, niha ji bo gelek masî û cureyên çûkan malonvaniyê dike û buye wargeh.  Gola Koşkê, 30 sal berê li navçeya Artemêtê ya Wanê piştî ava Gola Wanê zêde bû, ava bû. Gola Koşkê ku li Taxa Koşkê ava bû, ji aliyê welatiyên taxê ve tê parastin. Gola ku der û dorê wê bi qamişan hatiye parastin, heta niha gelek cureyên masî û çûkan lê dijîn. Ji bo gelek cureyên masî û çûkan malovaniyê dike. Werdekê bejî, Flamingo, qaqlîbaz, zilzilîk, tilûr û gelek cureyên çûkan li vir dijîn. Masiyên Încî Kefalî jî dema zêdedibin li vir hêk dikin û diçin. Gola ku 30 sal berê ava bû bi reng û xwezaya xwe xemlek rengîn dide taxê. Gol ji aliyê welatiyên gund û taxê ve tê parastin. Welatî Hamit Budak diyar kir ku gol di nava zeviya wan a tapo de ava bûye û wiha got: "30 sal berê gol ava bû. Piştî ava Gola Wanê zêde bû, av li vir bû gol. Li vê golê werdekê bejî, qaz, flamingo û gelek cureyên din ên çûkan li vir dijîn. Dîsa masiyên cudeyên sazan, aynalî û gelek cureyên din ên masiyan li vir dijîn. "    Budak, da zanîn ku av pir paqij e û destûr nadin ku li vê golê seyda masî û çûkan bikin. Yine Budak da zanîn ku ev zeviya wan a ji 100 dolim pêk tê ye û niha bûye gol û wiha got: "Vir wekî bihişta çûkan tê zanîn. Wekî bihişta çûkan tê zanîn û hatiye îlankirin."    MA / Mujdat Can