9 karkerên li Aydinê 72 rojin di çalakiyê dene 2018-09-18 09:13:31 AYDIN – 9 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ku dema ajokariya Îmar A.Ş. dikirin û ji kar hatin avetin, ji bo mafê xwe bistînin 72 rojin di çalakiya rûniştinê de nin.  9 karkerên ku di otobusên Şîrketa Anonîm a Îmarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê de ajokarî dikirin û ji kar hatin avêtin; ji bo mafê xwe bistînin 72 rojin di çalakiya rûniştinê de ne. 9 karker bi sedema ku nebûne endamên Sendikaya Belediye Îş'ê ya Turk-Îşê û li şûna wê bûne endamên Sendîkaya Sosyal Îş a DİSK’ê di 8'ê Tîrmehê de ji kar hatibûn avêtin. Karkerên ku ji ka hatin avêtin ji bo mafê xew bistînin 72 rojin Li qada Bajar ali pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê di çalakiyiyê dene. 9 karker li gel rêveberên sendîkayan çalakiya rûniştinê rûniştinê didomînin.    EM LI BENDA ENCAMA DADGEHÊ NE   Bavê 2 zarokan Yunus Cengiz, diyar kir ku 3 salan ajokarî kir û ji kar hat avêtin wiha got: "Em di şertên xerab de xebitîn. Ji ber em bûn endamên sendîkayê em 9 karker ji kar hatin avêtin. Rêveberên Şaredariyê bi hinceta "Kembûna performansê" em ji kar avêtin. Bêyî parastin û bêyî fermyetê em ji kar avêtin. 72 rojin em li vir ji bo mafê xwe di çalakiya rûniştinê dene. Mixabin rayedarên şaredariyê li me guhdar nekir. Me seri li dadgehê daye û em li benda biryara dadgehê ne. Heta ku emcan bistînin çalakiya me dê bidome. Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Kani Beko bi Şaredaran re axivî. Lê encam bi dest nexist. Her kesi deriyê xwe li me girt."      Cengîz, anî ziman ku her roj saet di 08.00’an de dest bi çalakiya rûniştinê dikin û heta 18.00’an li Qada Kent çalakiya xwe didomîne. Em ji bo mafê xwe bistînin em dê her tiştî bikin.    Karker Okan Aslan jî ani ziman ku 4 salan ajokariya Otobusên Gel a Şîrketa Îmarê kir û wiha got: "Em dixwazin dîsa li karê xwe vegerin. Çavê me ne li şûna tu kesî ye. Em tenê mafê xwe dixwazin. Ji bo em mafê xwe biparêzin em bûn endamê sendikayê. Em bi heqê heri kêm dixebitin. Me di 1'ê Îlonê de doz vekir û em li benda encama dozê ne. Em dê ji mafê xwe gavan paşve navêjin. Em tenê mafê xwe diwazin.    MA / Ruken Demir – Ayşe Sürme