‘Her roj bi heronan li ser me digerin’ 2018-07-21 09:02:29   COLEMÊRG – Bêrîvan û şivanên ku derketine zozanên di nav sînorên Wan, Colemêrg û Şirnexê de diyar kirin ku her roj heron di ser wan re diçin û tên.    Berîvan û şivanên ku li zozanê Balekya yê li gundê Baleka yê girêdayî Colemêrgê dimîn diyar kirin ku her roj bi ser wan de heron û helîqopter digerin û gotin ku li gel hemû zextan jî ji ber ku li gundên xwe dijîn kêfxweş in.  Şivanê bi navê Abîdîn Orûç ku ji navçeya Silopya ya Şirnexê hatiye zozanan diyar kir ku tevî ku di nav zehmetiyên mezin de şivaniyê dike jî kêfxweş in û wiha got: “Dewlet nahêlê ku em bi pazê xwe re bi awayekî azad tevbigerin û ew biçirînin. Ev der qadeke berfireh û baş e, lê dewlet her roj bi heron û helîqopteran me dişopîne.    ‘LI ŞÛNA KU BIBIM CERDEVAN RAZÎ ME ŞIVANIYÊ BKIM’   Şivanê bi navê Huseyîn Yalvaç jî diyar kir ku şert û mercên zozanan bi qasî ku xweş in ewqas jî zor û zehmet in û ev tişt anîn ziman: “Em ji karê xwe memnûn in. Em bi awayekî serbilind ji bo nanê xwe kar dikin. Li şûna ku em bibin cerdevan û notirvan bûne şivan û li mala xwe mêze dikin.”    ‘DIVÊ QEDEXEYÊN ZOZANAN RABIN’   Bêrîvan Surme Pala da zanîn ku rojê 2 caran ji bo dotina pez ji gund bi wesayîtan diçin zozanan û wiha axivî: “Em dixwazin hemû zozan serbest bin. Em xwe li van deran bi sihûd dibinin û bang li her kesî dikin ku derkevin zozanan û sewalên xwe xwedî bikin. Em ji zozan , gund û bajarên xwe hez dikin û dixwazin aştî û aramî bê welatê me. Em êdî dixwazinm rojên xweş bibînin.”   PITGIRÎ DIDIN MIROVÊN BÊDERFET    Bêrîvan Delîla Pala jî bal kişand ser zehmetiyên ku li zozanan dikişînin û ev tişt anî ziman: “Li vê herêmê hemû bar li ser mile jinan e. Heke jin nîn be tu kar nameş e.”Bêrivan Ayten Pala jî got ku bi berhemên ku şîrê sewalên xwe bi dest dixin, li gorî derfetên piştgirî didin mirovên bêderfet.    MA / Hamza Gunduz