‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’ 2018-07-18 09:29:48   ÎZMÎR – Ertugrul Barka yê ekolojîst diyar kir ku daristanên li Tirkiyeyê naşewitin dişewitînin û got: “Dixwazin hilweşandina aborî ya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî bikin.”    Li Tirkiyeyê her havîn şewata daristanan pêk tê. Bi taybetî balkêş e ku şewat li bajarên herêmê pêk tên û ev şewat bêtir li qada daristan û turîstî pêk tên. Şewata daristanan ango texrîbata ekolojîk Ertugrul Barka yê ekolojîst nirxand.    'DARISTAN NAŞEWTIN DIDIN ŞEWITANDIN’    Barka diyar kir ku li herêma kurdan di bin navê “şer” de xweza tê tunekirin û wiha got: “Şewat tenê ne havînê diqewime. Li Tirkiyeyê di mehên zivistanê de jî daristan dişewitin. Li tevahiya herêma ev şewat diqewime. Ev daristan ji ber xwe ve nayên şewitandin. Heke daristan dişewitin bi ew bixwe dişewitînin. Şewata daristanan tiştek din e û şewitandina daristanan jî tiştek din e. Hin dever ji bo pêşkêşî rantê bikin bi zanebûn didin şewitandin. Heta guhertina makezagona 1980’î jî daristan teqez dihatin parastin. Piştî vê dîrokê parastina qanûnî hat rakirin. Ji bo qadên daristanan bibin cihê rantê dest bi şewitandinê kirin.”    Barka anî ziman ku ji 453 milyar dolarî zêdetir deynê Tirkiyeyê heye û got: “Hilweşandina aborî dixwazin bi hilweşandina ekolojîk safî bikin.”    ‘CIVAKEK EKOLOJÎK A KOMUNAL LAZIM E’    Barka destnîşan kir kul i Tirkiyeyê tenê ne daristan tên şewitandin di heman demê de sewal û ax jî tê şewitandin û bi madeyên kîmyasal xwezayê tune dikin. Barka da anî ziman ku xweza û civak tiştên ji hev cuda nînin û got: “Divê mirovatî demildest xwe arasteyî civakek ekolojîk a komunal bike. Di civaka ekolojîk a komunal de tu berjwendî nîne. Desthilatdarî hemû mal û mulkiyetê dixe bin yekdestiya xwe. Dest datîne ser pereyên gel û bi vî awayî derfetan ji bo aligirên xwe temîn dike. Heta ku dikarin xwezayê tune bikin? Xweza û civak wê xwe biparêz e.”