Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike 2018-07-16 09:07:46   WAN - Malbata Demîr ku 20 salin li Zozanê Artemêtê ya Wanê nêzî 500 mih û bizinan xwedi dike, bi şîr û penêrê wan debara xwe dike.    Malata Demîr a li zozanê jora TOKÎ yê li gundê Kiraciyan a Artemêta Wanê 20 salin koçeriye dikin, debara xwe bi şîr, mast û penêrê mih û bizanan dikin. Malbata Demîr ku ji Sêrtê ye, nêzî 20 salin di demsalê bahar, havîn û payizê de pezê xwe tînin zozanan debarê bi şîrê pez dikin. Malbata Demîr nêzî 500 mih û bizinan xwedî dikin û bi şîrê wan debarê dikin. Malbata Demîr her roj pez didoşin û şîrê wî dikin mast, penêr û li bajar difiroşin. Di salên dawî de ji ber zozan hatine qedexekirin li nêzî bajar pezê xwe xwedî dikin. Malbata Demîr di 20 salên dawî de li Wanê bi cih bûne û dema hewa germ dibe û berf dihile pezê xwe derdixin zozanan. Şivan û pêrîvan rojê carekê pez didin bêrî û şirê wî didoşin. 5 jinên bêrîvan bi hevre pez didoşin û piştî şîr dotin, dikin mast û penêr û roja din dibin li bajarê Wanê difiroşin.  Her roj saet di 11.00’an de jinên bêrîvan pez didin bêrî û şîrê wî didoşin.    20 SALIN BÊRÎVAN IN   Bêrîvana 55 salî Ayşe Demîr ku xwediya pez e diyar kir ku berê diçûn zozanrên Xîzan, Feraşîn û Elbakê, zozan bi zozan digeriyan. Demîr anî ziman ku di 20 salên dawî de hatine li Wanê bi cih bûne û di demsalên bahar, havîn û payizê de derdikevin zozanan. Demîr, diyar kir ku hevserê wê şivaniyê dike û ew jî berîvaniyê dike û bi şîrê pez debara malbatê dikin. Demîr, anî ziman ku ji şîr mast û penêr çê dikin û sal 12 meh şev û roj bi sewalan re xewtê xwe derbas dikin. Demîr, destnîşan kir ku berê diçûn deşt û zozanên Elbak, Feraşin û  Xîzanê, lê piştî ev zozan hatin qedexekirin êdî leşker destûr nadin biçin zozanan.    Demir, anî ziman ku debara wan li ser sewalkariyê ye û nikarin bê sewalan bijîn û wiha got: "Em nih bi pez debara xwe dikin. Em ne mohtacê kesî ne. Ger ku dewlet destûr bide em dê niha biçin zozanên bilind. 2 mehin em li vir in. Em lîtreya şîr bi 5 TL, kiloya penêr bi 16 TL difiroşin."    Bêrîvan Revşan Yucel jî diyar kir ku karekî zor û zahmet e, lê kareki azad û xweş e.  Yucel anî ziman ku 27 salin koceriyê dike, 200 mihan didoşe.    MA / Mujdat Can