Teqawîd ne mirî ne û ne jî dijîn 2018-07-14 10:34:55 STENBOL - Kesên teqawît bûne bertek nîşanî rewşa aborî dan û diyar kirin ku meaşê dikirin wekî "sedeqeyê' ye û wiha gotin: "Em ne mirî ne û ne jî dijîn. Ji bo em bijîn em neçarin karên din bikin."    Krîza aborî bandorê li ser hemû beşên civakê dike. Kesên ku bi salan karên dewletê kirin û niha teqawît bûne jî di bin tesîra krîza aborî de dijîn. Roj bi roj krîza aborî kûrtir dibe. Zem li ser zemê pêş dikeve. Her ku zem pêş dikeve asta hêza krînê kêm dibe. Ev bêtir li ser jiyana welatiyan bandorek neyînî dike. Yek ji welatiyên bandora neyînî li ser jiyana wan tê kirin jî karmendên teqawît bûne ne. Kesên teqawît bûn, diyar kirin ku meaşê digirin wekî “sedeqe' ye û di bin heqê herî kêm de ye. Kesên teqawît bûn anîn ziman ku piştî zemên dawî bêtir bandorek neyînî li ser jiyana wan kir û neçarin karekî din bikin.    Welatî Osman Ozkan ê teqawît bûye, diyar kir ku dewlet wan mohtacî kuruşê xwe dikin û wiha got: "Em nikarin biçin betlanê. Em nikarin pirtûk bistînin û bixwînin. Em nikarin biçin şano. Heqê me yê teqawitê kêmî heqê herî kêm e. li gelek welatan heqê teqawîdan 289 euro ye. Lê ev yek li Tirkiye wekî sedeqeyê didin."     'EM TENÊ DIKARIN ZIKÊ XWE TÊR BIKIN'   Ozkan, anî ziman ku piştî enflasyon zêde bû, zem jî zêde bû, lê li hemberî vêyekê meaşê wan zêde nebû û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî piştî Dolar û Euro zêde bû, bi qasi 70 dolarî me winda kir. Her ku zem zêde dibe pereyê destê me bê qîmet dibe. Dema em derdikevin bazarê jî em destvala vedigerin. Em tenê zikê xwe têr dikin û wekî din nikarin tiştekî bikin."    ‘PERÊ TEQAWÎDÊ TÊR NAKE EZ DIXEBITIM'   Welatiyê teqawît Selahattin Çorlu  jî anî ziman ku di demên dawî de her tişt zem bûne û wiha got: "Di demên dawî de mirov di şertê pir zor de dijîn. Niha hêza min heye dikarim kar bikim. Lê kesên nikarin kar bikin jî hene. Tenê bi heqê teqawîdê em nikarin bijîn. Em neçarin karekî din bikin û pê debara xwe bikin. Hem şertê kar û hem jî şertê jiyanê ji bo me êdî pir zor û zahmet e."    HER MEHÊ 80 TL DIBE DEYNDAR    Çorlu, da zanîn ku piştî teqawît bû  1300 TL meaşê teqawidiyê distîne û her meh 1380 TL heqê krediyê dide û mehê 80 tl dikeve bin deynê krediyan û wiha got: "Em li malê 3 kesin. Ez, hevser û zaroka xwe. Heqê ceyran, av, xaz, mutfax û alavên malê. Lê têr nake. Bi pereyê teqawîtê em êdî nikarin bijîn.      MA / Elif Çetiner