Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan 2018-06-10 09:14:25   HATAY - Namzetê HDP'ê yê Hatayê û hunermend Bariş Atay, diyar kir ku ger biçin meclîsê dê deng û daxwazên kolanan bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan nava gel. Atay, da zanîn ku ger herdu bi hevre pêş nekevin têkoşîn encam nastîne."    Namzetê HDP'ê yê Hatayê Bariş Atay ku bi nasnameya xwe ya hunermend û muxalifiyê tê zanîn, di hemam demê de bi hestiyariya xwe ya li hemberî pirsgirêkên civakê jî tê nasîn. Namzetê HDP'ê Bariş Atay, li ser xebatên hilbijartinê û armancê xwe axivî. Atay, ku zêdetir bi karê hunerê mijûl bûye bi namzetiya HDP’ê tev li siyasetê bû. Niha xwe amade dike ku biçe meclîsê û dengê kolanan bime meclîsê û meclîsê jî daxe kolanan.    ‘DIVÊ HER KES LI CEM HDP'Ê CIH BIGIRE   Atay, anî ziman ku Tirkiye bi destê îktîdarê dikeve nava tariyê û wiha got: "Li diji tariyê min berpirsiyarî da ser milê xwe û xwest di nava HDP’ê de bibim dengê kolanê. Hemû kesên têkoşîna mafên mirovan û azadiyê dide divê li cem HDP'ê cih bigire. Di vê serdemê de bi taybetî nasnameyên cuda yên ku mafê wan hatiye binpêkirin jin, ciwan, LGBTî, xizan û hemû beşên civakê yên dengê wan hatiye qutkirin li cem HDP'ê cihê xwe bigire. AKP tenê dijminantiya hunerê û hunermendan nake. Di heman demê de dijminê mirovahiyê ye. Dijminê sewalan û ekolojiyê ye. Dijminê hemû tişta erênî ye. Ez wekî hunermendekî rastî gelek zext û astengiyan hatim."   ‘DIVÊ HUNERMEND NE GIRÊDAYÎ ÎKTÎDARÊ BIN'    Atay, xwest her kes pirsgirêkên dijî rast pênase bike û rast ji bo wan li çareseriyê bigere û wiha berdewam kir: "Zextên AKP'ê li ser hunerê gelek zêde bûne. Ji ber ku di cewherê hunerê de helwesta muxalifî heye. Huner beyî milê polîtîk divê ne li gorî îktîdarê be û ne di xizmeta îktîdarê de be. Huner pirsgirêka civakê tespît dike û tîne ziman. Huner awêneya civakê ye û divê her dem bîne ziman."    'PÊWISTE EM BI HEVRE DENG DERXIN'   Atay, ku endamê sazumankariya Sendîkaya Lîstikvanan e daxuyand ku der barê hunerê de jî dê hemû avantajên ku têkeve destê wî pêk bîne. "Ewil tev li Şanoyên Dewletê, Şanoyên bajaran bûn. Niha tev li şanoyên taybet dibin. Quyûm tayîn dikin. Em dê li dijî vê yekê derkevin. Em dê dengê xwe bilind bikin. Ger ku em wekî wekîlekî têkevin meclîsê em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî bînin kolanê. Em dê bandora şerê Sûriye ya li ser Bajarê Hatayê bînin rojevê. Hatay cihekî kozmopolît e. Lê îktîdarê darbeyek mezin lê da. Divê em bi lezgîn li ser van pirsgirêkan rawestin û çareser bikin. Em dê kolanê bibin meclîsê û meclisê daxin kolanê. "