Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê 2018-06-04 09:17:39 MÊRSÎN - Elewiyên li Mêrsînê, diyar kirin ku ew ê di hilbijartinê de dengên xwe bidin HDP’ê û gotin: “Em hêviyê di HDP’ê de dibînin û partiya hemû beşên cudane. Ji ber vê em ê piştgiriyê bidin HDP’ê.”  Li aliyekê partiyên siyasî xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê bi rêve dibin û li aliyê din jî  beşên cuda helwestên xwe diyar dikin. Elewiyên li Mêrsînê dijîn, diyar kirin ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).    ‘EM Ê ELEWIYÊN DENGAN DIDIN CHP’Ê HIŞHAR BIKIN’    Serokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Mêrsînê Mehmet Seyîtalîoglu, diyar kir ku HDP’ê cih da namzetê Elewiyan û wiha  axivî: “HDP’ê bi vê helwesta xwe, nêzîkatiya xwe ya ji Elewiyan re danî holê. Em nêzî HDP’ê ne û wê tercîh dikin. Partiya ku azadiyê, aştiyê û demokrasiyê diparêze. Ji bo parastina van daxwazên xwe bedel dide. Yek Elewî jî dinava namezetên CHP’ê yên Mêrsînê de nîne.  Em ê Elewiyên bi salane dengên xwe didin CHP’ê hişyar bikin da ku dengê xwe bidin HDP’ê û beşdarî xebatan dibin.”    'ELEWÎ DÊ BERÊ XWE BIDIN HDP’Ê’    Seyîtalîoglu, anî ziman ku ger AKP dîsan bibe desthilatdar, zextên xwe yên li ser Elewî û gelên bindest berdewam bike û wiha got: “Rewşa heyî ger berdewam bike, dê lîstokên li ser Kurd û Elewiyan berdewam bikin. Tirsa rijandina xwîna Elewiyan di me de pir zêdeye. Fikarin me yên mezin hene. Di welatiyên Elewîde jî ev tirs heye. Ji ber ku HDP hemû beşên cuda dihewîne nava xwe, me HDP’ê tercîh kir. Ji bo vê yekê Elewî berê xwe didin HDP’ê.”    ‘JI BER KU EM CUDA KIRIN, EM Ê DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê’   Huseyîn Aral jî, anî ziman ku ji bo Elewî ji pergela ceberût rizgar bibin, ew piştgiriyê didin HDP’ê û wiha bilêv kir: “Pêkanînên desthilatdariyê di civakê de bûne sedema hêrsên pir cîdî. Em Elewî li rêyekê digerin ku ji pergela ceberut a faşîzma AKP û MHP’ê xelas bibin. Bi me  Elewiyan re hêrsek cîdî heye. Bi pêkanîna OHAL’ê re kedkar îxraç kirin, qeyûm tayîn kirin, parlamenter girtin, hemû aktîvîstên siyasî girtin û binçav kirin. Ji ber van em pir bi hêrsin. Ji bo desthilatdarî di 24’ê Hezîran têk biçe, hemû zemîn hatin avakirin. Girîng bû mûxalifet hatin gelhev. Lê HDP ji derveyî vê hat hiştin. Elewî çawan ku tên cuda kirin, HDP jî hat cuda kirin. Ji ber ku HDP partiya hemû beşên hatin cudakirine, em piştgiriyê didin HDPP’ê. Elewî 24’ê Hezîran weke hêvî dibînin û ev hêvî dê bibi sedama ku AKP têk biçe.”    ‘JI BO QATILÊN ELEWIYAN DENG TUNEYE’    Ferva Firat jî, da zanîn ku CHP’a ku digot ew parçeyekê Elewiyane, bi partiyên qatilên Mereş û Sîwasê re hatin gel hev û wiha axivî: “CHP’ê li kêleka hişmendiya ronakbîrên Elewî bi saxî şewitandin, cih girt. Gelo hûnê dengê xwe bidin qatilên Elewiyên li Sîwas, Mereş, Çorum û Taxa Gazî kuştin, an jî hûnê dengê xwe bidin partiya aştî û demokrasiyê dixwaze?”   Firat, destnîşan kir ku li Mêrsînê ji sedî 60 Elewîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji Elewiyan re dibêjin gava hûn çûn ser sindoq an destê xwe danin ser wijdanê xwe. Partiyên dibin navê tifaqên cuda de li hev kom bûn hemû kojerin. Komkujiyên li ser Elewiyan ji bîr nekin. Ji ber vê bang li hemû Elewiyan dikim ku dengê xwe bidin HDP’ê. Em ji bîr nekin ger HDP bendavê derbas neke, emê welat teslîmî desthilatdariy AKP’ê bikin.”