Qileban: Ji ber lêçûnên şer û OHAL’ê aborî xerab dibe 2018-04-24 11:00:45 ŞIRNEX - Dikandarên Qilebatê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza wan a firotinê ketiye û gotin: “Pareyên divê ji bo aboriyê razînin, ji bo şer xerç dikin. Mirov ditirsin pareyan xerç bikin.” Dikandarên navçeya Qilebana Şirnexê, ji ber şer, OHAL’ê û bilindbûna Dolar û Euroyan rojên zor û zehmet derbas dikin. Li navçeyê berê aborî pir zindî bû, kirîn û firotin zêde bû. Lê ji ber krîza aborî dikandarên navçeyê neçar mane ku dikandarê xwe bigirin û nikarin deynên xwe dibin. Dikandaran bal kişand ser rewşa xerab a dijîn û gotin: “Pareyên divê ji bo aboriyê bên razandin, ji bo şer xerç dikin. Ji ber vê her ku diçe rewş xerabtir dibe.”   'EM NIKARIN EŞYAYÊN XWE BIFIROŞIN’   Cundî Urek ê 21 salin li navçeyê dikandariyê dike, diyar kir ku rewşa wan tu serdemê wisan xerab nebûye û wiha axivî: “Ji ber bilindbûna dowîzan em nikarin kar bikin. Eşyayên me ji biharê de kirîn, em nikarin bifiroşin. Bûhayê wan zêde dibe û ji ber vê kes nakire. Rewşa dikandarên navçeyê qet ne başe û xerabtir dibe. Hin dikandar dibin deynan da man û neçar man ku deriyê dikanên xwe bigirin.”   ‘PARE JI BO ŞER XERÇ DIKIN’   Urek bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha got: “Pareyên divê ji bo aboriyê razînin, ji bo şer xerç dikin. Welat bi xizantiyê re rû bi rû ye. Ger hizûr çêbe, dê aborî jî baş bibe. Heya ku şer û pevçûn hebîn dê rewşa aboriyê xerabtir bibe. Ji ber rewş xeraba kes kar nake. Me hîna hilberînên sala çûyî nefirotine.”   JI BER ŞER MIROV PARE XERÇ NAKIN   Bahar Urek a 3 salin gel bavê xwe dixebite jî, anî ziman ku ji ser şerê heyî mirov pareyên xwe xerç nakin û wiha axivî: “Me pêlava berê bi 25-30 TL’an difirot. Lê niha me bi vê fiyetê pelavan digirin. Ji ber ku her tişt bûha bûye, kes nikare bikire. Cardin tirsa ‘emê çi bikin’ heye. Ji xwe OHAL û şer yek car bandorê li ser karê me kir. Her tişt ji sedî sed bûha bûne.”    MA / Sonya Bayik