Çêkirina înşeata qonaxa ku avaniya dîrokî ya Midyadê xirab dike temam bû 2018-04-24 09:21:00 MÊRDÎN – Çêkirina "Qonaxa Garîp Alpsoy" ku di navbera Dêra Bethîl û Mêvanxaneyê de dest bi çêkirina wê hatibû kirin, bi kevirên spî û rengîn raçînga dîrokiyî xera dike hat temamkirin.  Li navçeya Mêrdînê 7 meh berê li Taxa Akçakayayê li qada ku wekî qada SÎT'ê hatiye qebûlkirin dest bi çêkirina "Qonaxa Garîp Alpsoy" ya 3 qatî hatibû kirin. Niha qonxa li ber qedandinê ye. Qonax di navbera Mêvanxane û Dêra Bethîlê de ku her sal bi hezaran kes serdana wan dikin hat çêkirin. Ji ber ku qonaxa avaniya dîrokî ya bajêr xirab dike hin sazî û şêniyên bajêr bertek nîşan dabûn û her wiha nayê zanîn ka qonax ji bo çi tê çêkirin.    BI KEVIRÊN XWE YÊN SPÎ Û RENGÎN RAÇÎNGA DÎROKÎ XIRAB DIKE    Desteya Bîrhatiyan a Amedê destûr îmarê ya qonaxê da. Lê belê qonaxa hatiye çêkirin bi kevirên xwe yên rengîn raçînga dîrokî ya bajêr xirab dike. Her wiha Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker demek berê daxuyanî dabû ajansa me û ev yek wekî "qirkirinê" wesifandibû.