Ribês li ser dezgehan e û dermanê nexweşînan e 2018-04-24 09:20:24   AMED – Ribês ên tam û fêdeyên xwe, di nava kurdan de xwedî cihekî taybet e li ser dezgehan cihê xwe girtin.    Kurd, li herêmên cuda navê wan ribês ango rêvas û gelek navên din lê kirin. Ribês li bajarên cuda jî balê dikişînin û rastî eleqeyek mezin tên. Ribêsan li Amedê li ser dezgehan cihê xwe girt. Tehma wan tehmek tirş û miz e. Li semta Ofîsa Amedê kîlo bi 20-25 lîreya tê firotin. Welatî eleqeyek baş nîşanî ribêsan dide. Bi taybetî ribês li ser erdnîgariya Botan û Serhedê şîn dibe. Li çiyayên bilind çêdibin. Gelek hişk e û hin kes jê re dibêjin çêre û hin kes jî jê re dibêjin fêkî ye. Di der barê tehma wê de her kes xwedî yek fikrekî ye.   ‘JI BER HIŞKESALIYÊ KÊM BÛN’    Umut Koçbay destnîşan kir ku her sal bi malbatî li benda hatina ribêsan e û ji ber îsal barîna berfê kêm bûye ribês jî hindik çêbûne. Koçbay got ku ribêsên li ser dezgehên wî ji Bedlîsê hatine û li gel bihayê wan zêde ye jî zû tên firotin.    RIBÊS DERMAN E   Li gorî lêkolînan sûd jê girtina ribêsan wiha ye: “Ji bo mîdeyê baş e û rehet dike. Li dijî penceşêr û losemiyê jî xwedî bi bandor e. Li dijî lihevketina mîdeyê jî baş e. Madê mirov vedike û şekir birêkûpêk dike. Li dijî tansiyon bi bandor e. Westandina mirovan jê ji wan dibe û xewê birêkûpêk dike. Nebatek ku kolestrolê dadixîne ye. Di dermanan de jî tê bikaranîn. Li dijî astim û nefes teng bûnê jî tê xwarin.”