‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’ 2018-04-21 11:11:47   ŞIRNEX - Parlamentera HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez, derbarê hilbijartinên zordest ên di 24’ê Hezîranê pêk bê de axivî û got: “Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa AKP-MHP a dij Kurdan.”   Di dema qedexeya derketina derve li herêmê gelek tax, mal û kolan hatin wêrankirin û bi hezaran mirov hatin koçber kirin. Yek ji bajarên herêmê yên hatin rûxandin Şirnexe. Ji ber vê encamên hilbijartina zordest ên bajêr pir tên mereqkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçe û bajêr dest bi civînên amadekariyên hilbijarinê kirin. Parlamentera HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez biryara hilbijartina zordest û nebza gel a herêmê nirxandin.    ‘MÎNA NEXWEŞÊ LI BENDA MIRINÊBIN HER ROJ DIHELIN’   Îrmez, diyar kir  ku ew li benda biryarek wiha bûn û wiha axivî: “Ji ber pirsgirêk û krîza aborî ya li welat  em li benda biryarek wiha bûn. Em bi desthilatdareke tifa xwe alast re rû bi rû ne. Amadekariyên vê hilbijartinê berê hatibûn kirin. îtîfaqa AKP-MHP’ê welat ber bi şer ve dibe. Ji ber vê aborî, hizûr, aştî û demokrasiya welat ser û bin bû. Mîna nexweşê li benda mirinêbin her roj dihelin. Çawan ev ferq kirin, biryara hilbijartina zordest dan.”   ‘BOTAN LI DIJÎ AKP’Ê PIR BI HÊRSE’   Îrmez, anî ziman ku hilbijartina 24’ê Hezîranê dê dibin şertên OHAL’ê de pêk were û wiha got: “Em baş dizanîn ku hilbijartin dê di çarçoveya edalet û demokrasiyê de pêk neyê. Lê ligel hemû tiştê jî em amadene. Bi taybetî li herêma Botanê gel li dijî AKP’ê pir bi hêrse. Ger hûn vîn, nasname, ziman û çanda gel tune bihesibînin, dê ev gel we tu carî qebûl neke. Gelê Botanê di ferqa van hemû polîtîkayên qirêj deye.”   Îrmez, bal kişand ser dengên di hilbijartina referanduma sala 2017’an de derketin holê û wiha bilêv kir: “Ligel hemû polîtîkayên wêrankirin û êrîşan jî gelê Botanê çû ser sindoqan. Desthilatdariyê guman kir ku piştî polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên 2 salan dê xwe bi gel bi de qebûl kirin. Lê gel çû ser sindoqan û got ‘ew tu caran êrîş, talan, wêran kirin û komkujiyan qebûl nakin.’”   ‘BERSIVA HERÎ MEZIN DÊ BOTAN BIDE’     Îrmez, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di salên 90’î de jî hilbijartin tim di şert û mercên rêveberiya awarte de pêk hatin. Lê dîsan jî gelê Botanê xwedî vîna xwe derketin. Gelê kurd dê di sindoqan de dersiva herî mezin bide îtîfaqa AKP-MHP’ê ya dij Kurdan. Bersiva herî mezin dê gelê Botanê bide AKP û MHP’ê.”    MA / Gokhan Altay