Li şûna tuala caw li ser text suretan xêz dike 2018-04-16 09:23:54 ÎZMÎR – Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê Hurermend Mercan Gorkem ku sûretan (resîman) xêz dike li şûna tuala caw, li ser text suretan xêz dike. Gorkem, diyar kir ku hestê xwe bi firçeyê li ser text xêz dike.  Li gundê Alaçati yê navçeya Çeşme ya Îzmirê, mamosteya dibistana seretayî û dayika 2 zarokan Mercan Gorkem (35) ji zarokantiya xwe de sûretan (resîman) xêz dike û li şûna tualê caw niha li ser textan sûretan xêz dike. Gorkem, anî ziman ku xêzkirina boyaxê ya li ser text ji boyaxkirina sûretan a li ser caw zahmetir e û wiha got: "Sûretên li ser tuala text tên xêzkirin li gorî yên caw bêtir zindî ye. Ez bêtir texên Ixlamûr, Zeytûn, Çam hildibijêrim. Ez amûrên izolasyonê dixebitînim. Di milê estetikê de bêtir zindî ye. Kareki pir zor û zahmet e, lê ew qas jî xweş e." Gorkem, anî ziman ku hest û ramanê xwe bi riya firsê li ser text xêz dike. Ez bêtir sûretê zarok, jin û sewalan xêz dikim.    MA / Ruken Demir – Zuhal Atlan